Ermenî ji Ermenîstanê koç dikin

Ermenî ji Ermenîstanê koç dikin

Ermeniyên li Ermenîstanê dijîn koç dikin. Ji ber sedema kesên bi hêviya jiyaneke baştir koç dikin, nifûsa Ermenîstanê her diçe kêm dibe.

Ermeniyên ku yek ji gelên Mezopotamyayê ne, piştî jenosida Osmaniyan koçberiya herî mezin kiribûn û niha jî ji welatên xwe koç dikin. Welatê ku ji xwe nifûsa wan kêm bûn, di sê salên dawî de 250 hezar kesî koç kir.

Piştî belavbûna Yekitiya Sovyetan, di encama şerê Karabag ya Jor û xerabûna şert û mercên jiyanê nîv mîlyon ermeniyê welat terk kir. Di sê salên dawî de ev hejmar çaryek mîlyon zêde bû.

Li gorî radyoya dengê Rûsyayê koçberiya nû ya ji Ermenîstanê dest pê kiriye. Li gorî hinek çavkaniyan ji sala 2011’an het aniha hejmara kesên welat terk kirine gihiştiye 250 hezarî.  Midûrê Weqfa Îcrayê ya ‘Repat-Ermenîstan’ Vartan Maraşliyan, diyar kir ku rojeva serek ya welat niha koçberiye.

Maraşliyan got; Koçberî ji bo Ermenîstanê pirsgirêkek gelek mezine. Lê li aliyê din jî  mirov nekarin kesekî ku heta niha li derveyê welat jiyaye bidin rawestandin.  Welatî ji bo pêşeroja zarokên xwe, ji bo karîyer û jiyanek kalîtetir diçin.”

DÎASPORA 3 KATÊ WELATE

Kesên ji Ermenîstanê diçin, piranî Rusya, DYA, Kanada û Fransayê tercih dikin. Li gorî lêkolînan di seranserê cîhanê de 7 an jî 8 mîlyon Ermenî dijîn. Lê li gorî çavkaniyên fermî li Ermenîstanê 3 mîlyon ermenî hene. Heta li Ermenîstanê 5 sal berê ji bo ku bi ermeniyên li dîasporeyê de  têkiliyan bi hêztir bikin, wezareta dîasporayê hatiye avakirin.

Di encama bûyerên sala 1915’an a di dema împaratoriya osmaniyan de hat jiyîn gelek şer derketin û ev jî bû sedema ku Ermenî koçî cihên din bikin. Li welatên Rojhilatê Ewropa, Balkan û welatên Rojhilata Navîn bi cih bûn. Serokê beşa lêkolîna Dîaspora ya Enstîtuya Etnografya û Arkeolojiya Ermenîstanê Ruben Karapetyan diyar kir ku di roja îro de welatiyên Ermenîstanê bi xizmên xwe bawer dikin û koç dikin.

Di vê navberê de beşekek pereyê ku ji Rusyayê bo derveyê welat tê kirin, para Ermenîstanê dikeve.  Ligorî daneyên Bankaya Cîhanê salê mîlyar dolarek zêdetir tê transferkirin. Pispor diyar dikin ku ger ev transfera pere nebe rêjeya xizaniyê li Ermenîstanê ji sedî 23’an digihêje 32’an.