Êrîşkarên bi kêran serbest hatin berdan

Êrîşkarên bi kêran serbest hatin berdan

Li Stenbolê, 4 êrîşkarên bi ço û kêran êrîşî xwepêşandêrên Parka Gezî kirin, bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin, lê dadgehê ew serbest berdan.

4 êrîşkarên bi kêrên donerê li Talîmhaneyê êrîşî çalakgeran kirin, radestî edliyê hatin kirin. Piştî lêpirsîna van kesên mijara gotinê, bi daxwaza girtinê ew radestî dadgehê hatin kirin. Lê dadgehê herçar êrîşkarê bi kêrên donerê, serbest berda.

Ji aliyê din ve hat hînbûn ku ev êrîşkarên mijara gotinê di îfadeya xwe ya li gel polîsan de îddîa kirine ku ew dikandarin û ji ber xwepêşandanan wan zerara maddî dîtin û dest bi êrîşê kirine.