Êrîşî girtiyên ketine greva birçîbûnê kirin

Hat diyarkirin ku gardiyanên mêr êrîşî girtiyên li Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsê ketine greva birçîbûnê kirine, ximên girtiyan bang kirin ku daxwazên girtiyan bi cih bînin.

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsê ku bi rêya malbatên xwe di 15’ê Adarê de greva birçîbûmê ya bê dem û dorveger ragihandinbûn, têkildarî wê îro daxuyaniyek da. Girtiyan diyar kirin ku ev 19 roj in di greva birçîbûnê de ne wiha got: “Hevalên me yên bi navê Nûrşen, Tekîn, Aycan Ozdogan, Fadîme Şahîn, Saadet Akin û Sînem Ogûz ev 19 roj in di greva birçîbûya bê dem û dorveger de ne. Hevalên me yên din komên bi 5 kesî di greva birçîbûnê ya 5 rojan bi dorveger didomînin. Rêveberên girtîgehê hebên vîtamînê, xwê û şekir nadin hevalên me yên di çalakiyê de. Midûrê girtîgehê wiha gotiye; ‘ Wezîrê Edaletê ferman daye. Ji derveyî xwarina ku ji bo her kesê tê, ti tiştên din nayê dayîn.” bi vê yekê bi jiyana hevalên me dilîzin. Em jî heta ku daxwazên me yên bi heq neyên cih em ê têkoşîna xwe ya bi maf bidomîni. Em bang li hemû hêzên demokratîk ên li derve dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna me ya bi maf. Berxwedan jiyan e.”

DAXWAZ BILA BÊN QEBÛLKIRIN

Xuşka Sînem Ogûz a girtî Cemîle Ogûz, diyar kir ku rewşa girtiyan bi awayekî cidî westiyayî, bê hal û zeîf bûne. Xuşk Oguz gotinên xuşka xwe Sînem a dema hevdîtin kirî anî ziman. Xuşka Oguz diyar kir ku xuşka wê Sîmem diyar kir ku dema di qawîşê de bûn mêrên gardiyan bi ser qawîşê de girtine û lêgerîn dane destpêkirin, di dema lêgerînê de gardiyanan êrîşî girtiyan kiriye û dest danîne ser name û pirtûkên girtiyan.