Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li Bonnê hatin şermezarkirin

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li Kurdistanê dike û darbeya Qesrê ya li hemberî HDP'ê, li ber Nûnertiya NY a li bajarê Elmanya Bonnê hatin şermezarkirin.

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li Kurdistanê dike û darbeya Qesrê ya li hemberî HDP'ê, li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Elmanya Bonnê hatin şermezarkirin.

Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bonnê ve hat organîzekirin û Kurdistaniyên li Bonn û Kolnê dijîn tevlî bûn.

Di çalakiyê de dirûşmên, "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û "Kujerê jinan Erdogan" hatin qîrîn.

Di dema çalakiyê de, dosyayek li ser êrîşên qirkirinê yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, radestî Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî hat kirin.

Nûnerê NY jî da xuyakirin, ku ji ber gelê Kurd di asta dewletê de nayê temsîlkirin, bûyerên li Kurdistanê nikarî bikevin rojevê, lê belê ew ê dosyayê teslîm bigire û ji bo ji Navenda Giştî ya NY re bê şandin, ew ê bikeve nava hewldanan.

...