Êrîşên li ser Efrînê li Norweçê hatin protesto kirin
Êrîşên li ser Efrînê li Norweçê hatin protesto kirin
Êrîşên li ser Efrînê li Norweçê hatin protesto kirin
Êrîşên li ser bajarê Efrîn yê Rojavayê Kurdistanê li Ewropa têne protesto kirin. Kurdistaniyên ku li Norweçê jiyan dikin bi çalakiyekê êrîşên li ser Efrînê protesto kirin.
Kurdistaniyên ku li paytextê Norweç Osloyê jiyan dikin, li ber Parlementoya Norweçê hatin gel hev û êrîşên vê dawiyê yên ser bajarê Efrîn yê Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Di çalakiya protestoyî ku bi dehan Kurdistanî hatin gel hev, bi Kurdî û Norweçî daxuyaniya çapemeniyê dan. Rayedarek yê PYD’ê da diyarkirin ku, êrîşên li Rojava nîşaneyên bê tehemuliya azadiya Kurdane. Axaftvanê ku balkişande ser êrîşên armanc dikin ku vîna gelê Kurd bişkênin û got: “Lê belê ew dê tu caran di vê de biser nekevin.”
‘YEKEM ŞEHÎDÊ PJAK’Ê JI ROJAVA YE’
Berpirsê PJAK’ê yê Norweçê Ehwan Çiyako jî axavî û destnîşan kir ku, xwedî derketina li Rojava tê wateya xwedî derketina li tevayî Kurdistanê. Çiyako bibîrxist ku, yekem gêrîlayê PJAK’ê yê jiyana xwe ji dest dayî Rojavayî ye û balkişande ser yeketiya netewî.
Piştî axaftinan daxuyaniya çapemeniyê hate xwendin.
Di çalakiyê de li gel pankartan, posterên şervanên YPG’ê yên di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dayîn hatin hilbigirtin. Her wiha têkildarî rewşa dawî ya li Rojava danezan û broşur hatin belavkirin.