Êrîşên li hemberî Rojava li 3 navendan hatin protestokirin
Êrîşên li hemberî Rojava li 3 navendan hatin protestokirin
Êrîşên li hemberî Rojava li 3 navendan hatin protestokirin
Êrîş û qetlîamên komên çete yên girêdayî El Qaîdeyê yên li dijî Kurdên Rojava li navçeya Qelqelî ya Wanê, Aydin û Îzmîrê hat protestokirin.
Rêxistina Qelqelî ya BDP’ê bi armanca êrışên li dijî Rojava protesto bike daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî da. Di daxuyaniya ku li Parka Gezî de hat dayîn di nav wan de Serokê Rêxistina Navçeyê ya BDP’ê Cîhan Hamzaogullari, Şaredarê Qelqelî Murat Durmaz û rêveberên rêxistina navçeyê jî ku hebûn gelek kes beşdar bûn.
Serokê Rêxistina Navçeyê ya BDP’ê Cîhan Hamzaogullari ku daxuyanî da destnîşan kir ku. Di serî de Tirkiye, Îngiltere, Îsraîl û Îran Şoreşa Rojava hezm nekirin û lewma piştgirî dan çeteyan..Hamzaogullari da xuyakirin ku ew ê timî li cem gelê Rojava bin.
Piştî daxuyaniyê girseyê dirûşmayên "Bijî Berxwedana Rojava" qîr kir.
‘ÇETE BI DESTÊ TIRKIYEYÊ DERBASÎ ROJAVA DIBIN’
Rêxistina Bajêr a Aydinê ya BDP’ê, bi wesîleya êrîşên li dijî Rojava ên çeteyên girêdayî Eniya El Nusra protesto bikin li avahiya partiyê civînek çapemeniyê li dar xistin. Serokê Rêxistina BDP’ê ya Aydinê Raîf Kanat di axaftina xwe ya civînê de destnîşan kir ku di van rojên ku ji bo cîhana Îslamê pîroz in çete bi destê Tirkiyeyê derbasî Rojava dibin. Tirkiye her cure piştgiriya lojîstîkî dide wan çeteyan û ew jî bê ku bejin zarok, jin, pîr û kal mirovan qetil dikin.
‘GELÊ ROJAVA NE BI TENÊ YE’
Meclîsa Ciwanan a Îzmîrê ya BDP’ê jî bi armanca qetlîamên bi destê çeteyên girêdayî El Nusra pêk tên protesto bikin li Karabaglar meşek pêk anîn. Di meşa ku bi sedan mirov beşdar bûn de dirûşmayên, "Bijî berxwedana YPG'ê" û "Gelê Rojava ne bi tenê ye" hatin gotin.