Êrişên li dijî xwendekarên Kurd li Bûrdûrê dewam dikin

Êrişên li dijî xwendekarên Kurd li Bûrdûrê dewam dikin

Xwendekarên kurd ên li Zanîngeha Mehmet Akîf Ersoy dixwînin, diyar kir ku ji ber komên nîjadperest ên bi alîkariya polîsan êrîşê li wan dikin nikarin biçin yurdê û dibistanê. Ji xwendekaran Avnî Polat diyar kir ku şevê din jî hevalekî wan rastî êrîşa bi kêran hat û wiha got: "Li Burdurê ji bo me agir hildibe. Ji kerema xwe xwendekarên kurd ên li vir bibînin û alîkariyê bikin."

Komên nîjadperest 3 rojin bi alîkariya polîsan êrîşî xwendekarên kurd ên li Zanîngeha Mehmet Akîf Ersoy a Burdurê dikin. Xwendekarên kurd diyar kirin ku ji ber tirsê naçin yurdan û dibistanê û xwendekarên kurd gelek diltirs in. Ji xwendekaran Avnî Polat anî ziman ku şeva borî li kampusa Dibistana Bilind a Pîşeyî di çarçoveya şahiyên biharê de konser hebû û piştî konserê xwendekarê bi navê Engîn Çakas rastî êrîşê hat.

Polat, da zanîn ku piştî Çakas agahî dan wan li ser kampusê kombûn lê li vir koma nîjadperest û polîsan careke din li vir êrîş li wan kir û 8 xwendekar birîndar kirin û ji ber darbeyên polîsan diranên 2 hevalên wan şikandin. Polat, bilêv kir ku piştî êrîşê polîsan 29 hevalên wan binçavkirin û êrîşan şevê din jî berdewam kir.

Polat, destnîşan kir ku şevê din ulkucuyekî araq vexwarî bi kêrê êrîş li hevalên wan kir û wiha got: "Piştî hevalê me xwe parast hemû ulkucu kombûn û xwestin bi ser yurda Saziya Yurtlar Krediyê de bigirin. Armanca wan ew bo ku li yurdê şer derbixin û hevalên wan ji yurdê derbixin û krediyên wan bidin birîn. Me hevalên xwe ji yurdê derxistin û birin malên xwe. Em niha nikarin biçin dibistanê û yurdê. Li Burdurê ji bo me xwendekarên kurd agir hildibe. Ji kerema xwe xwendekarên kurd ên li vir bibînin û dengê wan bibihîzîn û alîkariyê bikin."