Êrîşên li dijî Rojava li sê navendan hatin şermezar kirin
Êrîşên li dijî Rojava li sê navendan hatin şermezar kirin
Êrîşên li dijî Rojava li sê navendan hatin şermezar kirin
Li Rojavayê Kurdistanê êrîşên li dijî gelê Kurd ên ji aliyê çeteyên girêdayî Eniya El-Nusra li Îzmîr, Hatay û Stenbolê hatin protestokirin.
Rêxistina Bajêr a BDP’ê ya Îzmîrê, ji bo êrîşên çeteyên girêdayî Eniya El Nusra yên li dijî gelê Kurd ê Rojava protesto bike û balê bikişîne ser Rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya partiyê daxuyaniyek çapemeniyê da. Di nav girseyê de ligel endamên partiyê pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî ku hebûn dovîzên "Gelê Rojava ne bi tenê ye”, "El-Nusra, El-Qaîde = AKP", "Tenduristiya Rêbertiya me tenduristiya gelê Kurd e” hatin rakirin û dirûşmayên "Bijî berxwedana YPG", "Bijî Serok Apo"hatin qîrkirin.
Serokê Rêxistina Îzmîrê yê BDP’ê Fuat Mîkaîloglu, ku daxuyanî xwend qetlîamên li Rojava şermezar kir û got, "Kurdên li her cihê dunyayê yek in. Ji bo me di aliyê manewî de wateya sînoran nîn e. Ger pêwîst bike em biçin ser sînoran.”
Mîkaîloglu ku bal kişand ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, heyeteke serbixwe ya doktoran a ji bo çûna Îmrali xwest û wiha berdewam kir: "Tenduristiya Ocalan tenduristiya gelê Kurd e.”
LI HATAYÊ HAT XWESTIN KU DAWÎ LI ÊRÎŞ Û AMBORGOYÊ BÊ
Li Hatayê Rêxistina Bajêr a BDP’ê êrîşên li dijî Rojava şermezar kir. Di daxuyaniya ku li avahiya BDP’ê ya Hatayê hat dayîn de, Hevserokên BDP’ê yên Rêxistina Hatayê Hilmiye Kizilay û Mahmut Aydinci, Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Zekî Koç, endam û rêveberên BDP’ê yên navçe û bajaran tevlî bûn. Hevserok Mahmut Aydinci di daxuyaniya ku li vir da de destnîşan kir ku gelê Kurd tevî ku tenê xaka xwe û gelê xwe diparêze rastî êrîşan tê. Aydinci her wiha xwest ku tavilê dawî li êrîş û amborgaya li dijî Rojava bê.
LI MALTEPE HÊZÊN DEMOKRASÎ Û KEDÊ QETLÎAM PROTESTO KIRIN
Li Maltepe ya Stenbolê jî Hêzên Ked û Demokrasiyê, qetlîamên li Rojava bi meşekê protesto kirin.
Di nav wan de Alinteri, BDP, EMEP, ESP, Komeleya Bedewkirinê ya Gulensu- Gulsuyu, HDK, KOZ, Partîzan ku hebûn Hêzên Ked û Demokrasîyê yên Maltepeyê bi armanca êrîşên li dijî gelê Kurd ê Rojava protesto bikin meşek li dar xistin. Bi dehan kesên ku li Qada Beşçeşmeler a Maltepe hatin gel hevdu pankarta, "Li Rojava qetlîam heye bêdeng nemîne” vekirin ber bi Qada Maltepe ve dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmayên "Bijî, berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana YPG", "Qatîlê Rojava çeteya AKP'ê" qîr kirin.
Piştî meşê li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê Zabit Vurdu ku daxuyaniya çapemeniyê da Qetilkirina Endamê Desteya Bilind a Kurd Îsa Huso û êrîşên li dijî gelê Kurd şermezar kir. Vurdu axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em dizanin ku hukûmeta AKP’ê di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de bi her cureyî alîkariyê dide çeteyan. Em bang dikin da ku dest ji destekdayîna wan çeteyan bêberdan.” Vurdu li hemberî êrîşên li dijî gelê Kurd banga hişyariyê li raya giştî kir.
Çalakî bi dirûşmayan bi dawî bû.