Êrişên li dijî goristana gerîla ji aliyê hazaran kesî ve hat şermezarkirin

Êrişên li dijî goristana gerîla ji aliyê hazaran kesî ve hat şermezarkirin

Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî li dijî goristana "Şehîtlîka Egît Suruç" a li Çiyayê Bagokê êrîş pêk hat, bi hezaran welatî daketin kolanan û êrîş şermezar kirin. Girseyê 2 kîlometre meş pêk ani.

Di 1'ê Îlonê de cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ahmet Ugurlar (Egît Sûrûc) li goristana "Şehîtlîka Egît Suruç" a li Çiyayê Bagokê bi merasimekê hat definkirin. Piştî cenazeyê Egît Suruç hat definkirni roja din cendirmeyan êrîşî gora Egît Suruç kir û cenaze ji gorê derxistin. Ji bo şermezarkirina êrîşa li dijî gora Ahmet Ugurlar (Egît Suruç) û şehîtlîkê li Nisêbînê meşek girseyî hat lidarxistin. Bi hezaran kesên di navde rêveberên BDP, saziyên sivîl ên civakî ji hebûn, ji rêxistina BDP'ê ya Nisêbînê heta Navenda Çanda Mîtannî meşiyan. Di meşa ku Parlamenterê BDP'ê Erol Dora û Hevserokê BDP'ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz jî hebû pankartên “Di goristana Agit Suruç de bawerî û heviya gel veşartgiye" “Edogan li Bagokê mirovahiya te pir hovane ye" vekirin û alên HPG’ê û posterên Ahmet Ugurlar (Agit Suruç) rakirin. Girseya ku alên PKK, KCK, YPG'ê û posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vekirin bê navber siloganên “Bijî Sertok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e" berz kirin. Girsê rêz girt û bi qasî 2 kîlometreyan meş pêk anî. Piştî daxuyanî û axaftinan girsê dawî li çalakiyê anî.