BI DÎMEN

Êrîşên dewleta Tirk li Ewropa tê protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê bi çalakiyên girseyî yên li Ewropayê tên protestokirin.

MAGDEBÛRG

Li bajarê Magdebûrg ê Elmanyayê, bi armaca protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê çalakiyek lidar xistin.

Di axaftinên çalakiyê de hatin kirin diyar kirin ku dewleta Tirk êrîşî Şengal û Rojava kiriye.

Hate diyarkirin ku roj roja yekîtî, têkoşînkirina li dijî êrîşên faşîst ên dewleta Tirk û parastina civaka Şengal a di warê Kurdan de civakekî pir pîroz e. Welatiyên Elman jî beşdarî çalakiyan bûn.

ZURÎH

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin. Di çalakiya li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk hate lidarxistin de, di axaftinên hatin kirin de diyar kirin ku ev êrîşa li ser Rojava û Şengalê dide nîşandan ku ev lebitînên dawî yên Erdogan in.

Hat diyarkirin ku bila ti şik û gumana tu kesê nebe wê bi berxwedana bibiryar a Tevgara Azadiya Kurd êrîşên dewleta Tirk bê pûçkirin.

Di çalakiyê de bang hate kirin ku Kurdistanî û dostên wan ji bo li dijî êrîşên dewleta Tirk rabin ser linga û di nava çalakiyan de bin, her wiha gel hate vexwedina meşa girseyî ya ku wê roja Şemiyê li Zurîhê bê lidarxistin.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li Kongstrê kom bûn, êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê protestokirin.

Di axaftinên mîtîngê de hatin kirin, bal kişand ser windakirina tifaqa AKP-MHP’ê ya di referandûmê de û êrîşên hatin kirin ne tesadûfin, li ser vê lihevkirinê ev êrîş hatine lidarxistin.

Li ser navê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk Niyazî Oztaş axivî û bêdengiya dewletên Ewropa ya li hember êrîşan rexen kir. Hat diyarkirin ku ji bo dewleta Elmanya hatiye diyarkirin ku dewleta Tirk sûcê şer kiriye lê li şûna li hemberî vê helwest nîşan bide bi qedexekirina sembolên gelê Kurd hê cesaretê dide dewleta Tirk a faşîst.

Di mîtîngê de Berdevkê PYD’ê Ahmed Kobanê jî axivî êrîş şermezar kir û bang li hemû beşên demokrat kir ku rabin berxwedanê.

Onûr Guler ê ku li ser navê AGÎF’ê jî axivî diyar kir ku AKP ji bo çete nefesek hildin êrîşî Rojava û Şengalê kirye.

ATİF’ten Süleyman Çelebi de AKP hükümetinin Kürt halkının Rojava ve Şengal'deki kazanımlarını ortadan kaldırmak için toplu katliamlara, Kürt halkını teslim almaya yöneldiğini ancak daha önce olduğu gibi bunu başaramayacağını ve yenilgiden kurtulamayacağını söyledi.

Ji ATÎF’ê Sûleyman Çelebî jî diyar kir ku Hikûmeta AKP’ê ji bo destkeftiyên li Rojava û Şengalê ji holê rabike û qetlîamên komî bike, gelê Kurd teslîm bigre, lê weke kû ji berê jî negihiştîn serkeftinê vê carê jî bi ser nakeve û wê ji windakirinê rizgar nebe.

Di mîtînga wêneyên Ocalan hate hildandan de, bi armenca gelê li Elmanyayê agahdar bikin belavokên ku ji aliyê NAV-DEM’ê ve hatibûn amadekirin hatin belavkirin.

HALLE

Li bajarê Halle yê Elamanyayê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin. Di çalakiya ji aliyê Kuristaniyan ve hate lidarxistin de rêxistinên çep ên Elmanya jî piştgirî kirin. Di çalakiya daxwaz ji Elmanyayê hate kirin ku li berpirsyariyên xwe xwedî derkeve de, dirûşmên “Em ê bi ber xwedanê bi ser bikevin” û “Bijî Serok Apo” hate qîrkirin.

MANNHEÎM

 

 

Êrîşên li ser Rojava û Şengalê li Mannheîmê jî hatin protestokirin.

Êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li ser Rojava û Şengalê li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, HDK, DGB, SKB û Meclîsa Jinan a Ronahî Bêrvan ve hate piştgirîkirin, li stasyona navenda Mannheîmê hate lidarxistin.  Çalakiya ku saet 18:00’na de destpê kir, belavoka ku ji aliyê NAV-DEM’ê ve hatibû amadekirin hate xwedin, her wiha peyamên Federasyona Êzidî, tevgera jinan û MLPD’ê jî hate xwendin.

 Çakakî bi dirûşmên “Bijî Rojava” û “Bijî Şengal” bi dawî bû.

ENDÎBÛRGH

Li paytext Endîbûrgh a Îskoçyayê, êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengal û Rojava hatin protestokirin. Girseya ku li pêşiya Parlemetoya Îskoçyayê kom bûn, pankart vekirin û broşur belavkirin. Di çalakiya êrîşên AKP’ê û artêşa Tirk hate protestokirin de tim dirûşim hatin qîrkirin.