BI DÎMEN

Êrîşên dewleta Tirk li Bochûmê hatin protestkirin

Li Bochûm a Elmanya Kurdistanî û dostên wan êrîşên dewleat Tirk ên bi ser Rojava û Şengalê de şermezar kirin.

i Elmanya Bochûmê êrîşên bi balafirên şer ên bi ser Şengal û Rojava de bi meşekê hate şermezarkirin.

Di meşê de gelek Kurdistanî amade bûn, her wiha Partiya MLPD’ê jî destek da meşê.

Li ser navê PYD’ê axaftin hatin kirin û êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkini. Li ser navê MLPD’ê jî hate gotin, ew li cem gelê Kurd in û weke dema Kobanê divê xwedîderketinek çêbibe.

Di meşê de pankarta ‘’Bijî berxwedana Şengalê, Bimre Xiyaneta PDK’ê hate hildan û dirûşmên ‘’Kujer Erdogan’’ hatin berzkirin.