BI DÎMEN

Êrîşên çeteyên Qesrê li Parîsê hatin şermezarkirin

Li paytexta Fransa Parîsê, êrîşên çeteyên Qesrê yên li Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Li paytexta Fransa Parîsê, êrîşên çeteyên Qesrê yên li Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Li Parîsê, ji bo şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, meşeke bi meşaleyan hat lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ji Gare de l'Est dest bi meşê kirin. Di meşê de tevî Kurdistaniyan, Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber ên Tirkiyeyî, Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê, Konfederasyona Gelan a Demokratîk li Ewropayê û ODAK jî amade bûn.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê bêdeng nemîne", alên PKK'ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û dirûşmên 'Kujer Erdogan', 'Bijî berxwedana Geverê', 'Bijî berxwedana Kurdistanê', 'Bijî YPS', 'Bijî Serok Apo' hatin qîrîn.

Nûnera Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhat li vir axivî, berxwedana li Kurdistanê silav kir û destnîşan kir, ku agirê azadiyê yê ji Kawayan gihaşt Mazlûm Dogan û Rahşanan, heta avakirina Bakurê Kurdistanê azad bibe, wê her geş be. Serhat destnîşan kir, ku agirê Newrozê wê bi berxwedane re mezintir bibe.

Çalakî li meydana Repûblîqûe bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.