Êrişa li Gezî li Londonê hat şermezarkirin
Êrişa li Gezî li Londonê hat şermezarkirin
Êrişa li Gezî li Londonê hat şermezarkirin
Li paytexta Îngilîstan Londonê, êrişa polêsên Tirk a li berxwedêrên Parqa Gezî, hat şermezarkirin.
Çalakiya ji aliyê Platforma Piştgiriya Berxwedana Taksîmê ve li paytexta Îngilîstan Londonê hat organîzekirin, bi beşdariya 2 hezar û 500 kesî pêk hat.
Girseya gel a li Qada Trafalgarê li hev kom bû, bi qasî 2 saetan meşiyan û bi dirûşmên li dijî dijwariya polêsan, xwe gihand avahiya Parlamentê.
Di çalakiyê tim û tim dirûşmên "Her der Taksîm her der berxwedan" hat qêrin.
Platformê her weha banga tevlêbûne ji bo çalakiya sibê ay li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyê kir.