Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li Tebqayê hate şikandin

Dorpêça şervanên QSD’ê ya li ser Tebqa didome. Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser balafira Tebqa û bajêr hate şikandin.

Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqayê û bendava Firatê di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de, didome. Çeteyên DAIŞ′ê êrîşî çeperên şervanên QSD′ê yên di navbera balafirgeha leşkerî û bajarê Tebqayê kirin. Êrîş ji aliyê şervanan ve hat şikandin, hejmarek çete hatin kuştin û cenazeyên 3 çeteyan ketin destê şervanan.

Li ailyê din, çeteyan êrîşî bire ser gundê Îbad ê dikeve rojhilatê bajarê Tebqayê, ku îro hatibû rizgarkirin. Şervanan bersiva êrîşê dan û li derdora gund, cih bi cih şer diqewimin.