Êrîşa çekdarên girêdayî PDK’ê ya li Şengalê li Ewropayê tê protestokirin
Êrîşa çekdarên girêdayî PDK’ê ya li ser Şengalê li paytexta Fransa Parîs, bajarê Basel ê Swêd, paytexta Belçîka Bruksel û bajarên Hîldesheîm Essen ên Elmanyayê bi çalakiyên hatin lidarxistin, hate protestokirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
în, 3 adarê 2017, 22:32
PARÎS
Li paytexta Fransa Parîsê êrîşa koma çeteyên ku bi navê ‘Pêşmergeyên Rojava’ ku girêdayî PDK’ê ya li ser Şengalê hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ên ku di saet 19:00’an de li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk kombûn heta metroya Saînt-Denîs a Strasboûrgê meşiyan.
Girseya ku pankarta bi nivîsa “Em barzanî şermezar dikin” vekirin û alên YBŞ û YJŞ hildan û dirûşma “Bimre Îxane, Bijî Şengal” qîr kirin.
Li pêşiya metroya Saînt-Denîs a Strasboûrgê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîtngê de endamê Desteya Dîwana KCDK-E Mûrat Ceylan axivî û got: “PDK’ê biryara êrîşkirina Şengalê ji Enqereyê girtiye. Barzanî û PDK li gel Erdogan di nava têkiliyê qirêj de ne. PDK li Şengalê hewl dide ku fermanekî din bîne serê Êzidiyan. Divê her kes vê yekê baş bizanibe. Êdî hêzên xweparastiyê yên Şengalê YBŞ û YJŞ hene. Li pişt pişta civaka Êzidî tevgera azadiya Kurd heye.”
BASEL
Li bajarê Basel ê Swêdê êrîşên çekdarên PDK’ê ya li ser Şengalê bi çalakiyekê hate protestokirin. Di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Ronahî ya Baselê de li Marketplat a li Meclîsa Kantonê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG/YPJ,YBŞ/YJŞ hatin bilindkirin û dirûşmên mîna “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin qîrkirin.
Liser navê Meclîsa Jinan a Ronahî Elîf Îşcan daxuyanî da, êrîşên PDK’ê ya li ser şengalê şermezar kir.
Îşcan got: “Hêzên PDK’ê beriya 3 salan dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, bê ku guleyek biteqînin ji Şengalê reviyan. Ev bû sedem ku bi hezaran jinên Êzidî û zarok bikevin destê çeteyên DAIŞ’ê .” Îşcan di dewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Niha li dijî hêzê YBŞ/YJŞ a ku xak û rûmeta Şengalê diparêzin êrîşekî pêk anî. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.
Di çalakiyê de li ser navê HDK’ê jî daxuyanî hate xwendin.
Di çalakiyê de ku dirûşmên Elmanî jî hatin berzkirin, piştî çalakiya rûniştinê ya 5 kêliyan bi dawî bû.
BRUKSEL
Li paytexta Belçîka Brukselê endamên Meclîsa Jinan a Bêrîtan û Navenda civaka Demokratîk li gel Ciwanên Azad êrîşên çekdar ên bi ser PDK’ê ya li ser Şengalê protestokirin.
Çalakî li pêşiya Sefaretxaneyê bi qîrkirina dirûşman ve bi dawî bû.
HÎLDESHEÎM
Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê êrîşa çekdarên bi navê ‘Pêşmergeyên Rojava’ ku girêdayî PDK’ê ya li ser Şengalê hate protestokirin.
Di çalakiyê de êrîşên çeteyên PDK’ê û AKP’ê hate protestokirin. Her wiha têkildarî êrîşên jî daxuyaniyek hate xwendin.
Çalakî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana YBŞ” û “Bijî Yekîtiya Gelan” ve bi dawî bû.
ESSEN
Li bajarê Essen ê Elmanyayê, êrîşa li ser Şengalê hate protestokirin.
Di axaftinên di çalakiyê de wiha hate gotin: “PDK’ya ku 3’yêTebaxa 2014’an Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê re hişt, îro bi xwe dixwaze qetlîamê temam bike.”
Di çalakiyê de banga hestiyariyê li her kesê hate kirin û çalakî bi dirûşma “Şengal ne bi tenê ye” û “Bijî Berxwedana Şengalê” ve bi dawî bû.