‘Êrîş bi armaca pirşgirîkirina DAIŞ’ê pêk hatiye’

Konseya Rêveberiya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ku têkildarî êrîşên artêşa Tirk a li ser Şengal û Rojava daxuyaniyek da, diyar kir ku Tirkiye bi vê êrîşê piştîgirî da terorê.

Konseya Rêveberiya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, têkildarî êrîşa li ser Şengal û Qereçûxê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya ku êrîş şermezar kir de ev tişt hate gotin:

“Balafirên Tirkî di berbanga 25`ê nîsanê de navenda fermandariya giştî ya Yekîneyên Parastina Gel li çiyayê Qereçox, nêzî bajarê Dêrikê bombebaran kir. Di encama vê kiryara tirsonek û xedar de bi dehan hevalên şehîd û birîndar bûn. Her wiha Balafirnên Tirkî herêma Şengalê jî hedef girt. Em di Desteya Rêveber a Federaliya Demoratîk a Bakurê Sûriyê de vê êrîşa Tirkî li ser axa me bi tundî şermezar dikin û ev yek di wateya gurkirina rewşê de ye û armanc jê şikandina îradeya gel û hêzê me ya leşkerî ye ku dikaribû bajarê Reqa dorpêç bike û rizgarkirina wê ji aliyê QSD`ê bi destekdayîn koalîsyonê tenê maye meseleya demê.

Siyaseta AKP`ê bi serokatiya Erdogan desteka rêxistinên terorê ye û şerê wî li hember demokrasî û aramiya li herêmê didome. Erdogan ji dema avabûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û piştî îlankirina Federaliyê ku li ser hîmên demokrasî saz dibe, hemû cureyên şer meşand. Ev siyaseta dijminane wêneya rast a Erdogan a eşqa ferehkirina desthilatdariyê raber dike û dagirkirina tevahiya Sûriye û Iraqê raber dike.

Tevî hemû zext û destwedanên li dijî projeya me ya demokratîk, gelê me yê Kurd, Asur, Suryan, Ereb, Tirkmen û Êzîdî dikaribûn li hember dijminên aramî û aştiyê û projeya Tirkî ya destekedayîn şer û ruxandina Sûriyê bibin yek rêz.

Em di Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ji koalîsyona navnetewî ya bi rêveberiya Amêrîka daxwaz dikin ku sînorekî ji êrîşên Tirkî re dayînin ku şerê me li hember terorê asteng dike. Kiryarên bi vî awayîn daxwazên me ya ku herêma Bakurê Sûriyê veguhere herêmeke bi ewle girîngtir dike ji bo ku aramîn û aştiya gel û koçberên li vir misogertir bibe, her wiha em bang li civaka navnetewî û saziyên hiqûqî dikin ku erkên xwe yên qanûnî pêk bînin û lêgerînekê derbarê destwerdana Tirkî ku di encamê de sivîl jiyana xwe ji dest didin, pêk bînin.”