Ergîn: Lêgerîna tazî ‘hesta şermê ya girtiyan binpê nake’!
Ergîn: Lêgerîna tazî ‘hesta şermê ya girtiyan binpê nake’!
Ergîn: Lêgerîna tazî ‘hesta şermê ya girtiyan binpê nake’!
Wezareta Dadê ya Tirk bersiv da pêşnûmepirsekek ku pêşkêşî meclisê hat kirin de û îdia kir ku lêgerînên tazî yên li girtîgehên Tirkiyeyê tên kirin ‘hesta şermê ya girtî binpê neke’.
Pêşnûme pirsa ku ji aliyê parlamenterê CHP’ê Huseyîn Aygun ve hatibû dayîn, ji aliyê wezîrê dadê Sadullah Ergîn ve hat bersivandin. Ergin pirsa der barê lêgerîna tazî ya li girtîgehan ku rojava rayagiştî mijul dike, bersivand û îdia kir ku di dema lêgerînê de hesta şermê ya girtiyan binpê nakin.
Di bersiva ji alî Ergîn ve hatiye dayîn de wiha tê gotin: “ Cureyê lêgerînê ya ku wek lêgerîna tazî tê bi navkirin, di xala 46’emîn ya Rêziknameya Der barê Înfaza Tedbîrên Ewlehî û Cezayê ya Rêveberiya Saziya Înfazên Cezayê pêk aniye û di rewşên îstîsnaî de tê bikaranîn. Ev lêgerîn beyî ku hesta şermê ya girtiyan binpê bike tê kirin.”
Ergîn di bersiva ku da de got li girtîgehan sînorkirina pirtûkan ne mijara gotinê ye û got ji bo ku girtî li odeyan xwe pirtûkan bihêle sînorek nehatiye danîn.
Ergîn li ser pirsa giliyên der barê personelên girtîgehê de jî wiha got: “Di navbera salên 2002-2013’an de der barê îdiayên pêkanînên keyfî de, malbatên girtiyan serî li merciyên cuda xistin. Der barê 6 hezar û 871’ê de xebat hat kirin. Der barê personelan de jî ji aliyê dozgeran ve tiştên pêwist yên kanûnî hatin kirin.
KURDÊN HATIN SURGUNKIRIN TAZÎ LÊGERÎN KIRIN
Ligel van îfadeyên Ergîn hêj du hefte berê berê 99 girtiyên ji girtîgehên Mêrdîn û Muşê surgunê girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê kirin, rastî îşkenceya lêgerîna tazî hatibûn û girtiyên ev red kiribûn, rastî lêdanê hatibûn.
Di 10’ê Mijdarê de ji Mêdînê, 12’ê mijdarê de ji Muşê girtî anîbûn û hemû girtî di bin lêgerîneke berfireh de hatibûn derbaskirin. Girtiyên îtîrazê vê kirin jî rastî lêpirsînan hatin.