Eren: Girtî bi wêrekî pêşengiyê dikin

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren destnîşan kir ku girtiyên siyasî mîna her demê niha jî bi wêrekî pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê re dikin û di çareseriya aştiyane de bûne mînak.

BERXWEDANA LI ZINDANAN

Ji parlamenterên DEM Partiyê Serhat Eren biryara girtiyên PKK û PAJK'ê nirxand ku diyar kirin, wê ji 4'ê Nîsanê û pê ve dadgehê boykot bikin û tevlî hevdîtina parêzer, malbatê û axaftina bi telefonê nebin.

Eren anî ziman ku girtî sîstema bêhiqûq û tecrîdê ya ku li Îmraliyê şênber bûye şermezar dikin û destnîşan kir ku daxwazên wan mafdar e. Eren got, "Ev têkoşîna girtiyan a bi biryardarî dimeşînin, nîşan dide ku gelê Kurd di têkoşînê de nasekine û tevî hemû zextên desthilatdariyê jî dest ji berxwedana xwe bernade. Di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de vegera li ruhê Dolmabahçeyê nebe nabe. Girtiyên siyasî mîna her demê di vê demê de jî bi wêrekî xwedî li têkoşîna azadiyê derdikevin, pêşengiyê ji vê têkoşînê re dikin û di çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de ji civakê re dibin mînak."

XIZANTIYA CIVAKÎ TÊ GIRANKIRIN

Eren sîstema tecrîdê ya Îmraliyê weke dewama di neçareseriya pirsgirêka Kurd de nirxand û anî ziman ku heta tecrîd dewam bike wê bi polîtîkayê şer civak hîn bêhtir bê xizankirin. Eren got, "Heta tecrîd dewam bike wê pirsgirêka Kurd bêçareserî bimîne, polîtîkayên dewletê hemû wê li ser vî şerî bê meşandin û hinek xwe hîn bêhtir dewlemend bikin, gel jî wê hîn bêhtir xizan bibe."

BI 3 TRÎLYON DOLARÎ GELEK TIŞT DIKARÎBÛ BIHATA KIRIN

Eren bi bîr xist ku li şûna çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd ji bo polîtîkayên şer 3 trîlyon dolar heta niha hatin xerckirin û got, "Bi 3 trîlyon dolarî dikarîbû çi bihata kirin? Ji bo 16 milyon teqawîtan îro 190 hezar dolar, yanî 6 milyon lîra dikarîbû bihata dayin. Eger 3 trîlyon dolarê ji bo şer hate xerckirin li nifûsa Tirkiyeyê ya ji 85 milyon mirovî bihata parvekirin, ji bo serê her kesekî 35 hezar û 295 dolar yanî milyonek û 125 hezar lîre dikarîbû bihata dayin. Welatiyên Tirkiyeyê divê êdî li ber şer û neçareserkirina pirsgirêka Kurd rabin. Ji bo vê jî divê her kes bi dengekî bilind daxwaza rakirina tecrîdê bike. Banga me li civaka Tirkiyeyê ew e ku serî li ber gefan netewîne û bi daxwazên demokratîk ên gelê Kurd tevbigerin."

TIRKIYE BI TEMAMÎ DIKEVE ÇALAREŞ A TECRÎDÊ

Eren diyar kir ku bi greva birçîbûnê ya girtiyan re divê civak hemû li ber sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê rabe û got, "Di rewşa heyî de biryara tevlînebûna li dadgehê berxwedanek li dijî wê dadgeriyê ye ku bûye alîgir û serbixwe nîne. Li Tirkiyeyê hemû darizandin şeklî ne. Mînaka herî şênber a vê yekê jî Doza Kûmpasê ya Kobanê ye. Bi deh hezaran hevrêyên me hene ku bi fermana desthilatdariyê dîlgirtî ne."

Eren diyar kir ku li nava civakeke ku hînî bêhiqûqiyê hatiye kirin, binpêkirin hemû êdî ji rêzê dibin û got, "Gelên Tirkiyeyê bi temamî dikeve nava çalareş a tecrîdê."