Eren Baskin: Qatilên bavê min qasî destê min bigihitê nêzbûn
Eren Baskin: Qatilên bavê min qasî destê min bigihitê nêzbûn
Eren Baskin: Qatilên bavê min qasî destê min bigihitê nêzbûn
Eren Baskin 25 saliye. Xwendekarê hiqûqê ye. wateyek taybet ya beşê dixwîne heye; dixwaze qatilên bavê xwe ku hêjan ew 5 salî bû bibîne. Li gorî wî baş nayê darezandin û bibîrtîne ku wê demê qetilkirinên ku biveşartî dihatin kirin û weke Roboskî bi komkujiyan berdewam dikin.
Abdulmecît Baskin ku li Colemêrg-Geverê ji dayîkbû, Midûrê Şêniyê ya Altindagê bû. 30’ê Îlona 1993an hate revandin. Roja piştî wê di demjimêr 05:00’an de wesayîta wî danîn ber derê male. Heftiyek derbaz nebû cotkarekî termê Baskin dît. Piştî malbetê li nexweşxaneyê cenaze teşhîskir, li Geverê veşartin. Baskin bi sê guleyên li pişta çavê wî ê çepê, li ser singa wî û zikê wî dayîn qetilkiribûn.
Doza qetilkirina Abdulmecît Baskin piştî 20 salan destpê kir û hêjan didome. Di nav de Midûrê Emniyetê yê berê Mehmet Agar jî heyî 12 kes di çarçoveya dozê de li 13’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê têne darezandin.
‘MIRINÊ EW PIJANDIN; ÊDÎ ZILMÊ NE DITIRSAND’
Eren Baskinê ku dema bavê wî Abdulmecît Baskin qetilkirin hêjan 5 salîbû ji ANF’ê re axivî. Baskin piştî ku bavê wî qetilkirin û bûyerên piştî wê jiyayî wiha ravekir: “Tişên li derdora min diqewimîn min hêjan fêm nedikir. Yanî min hebûn û nebûna bavê xwe ferq dikir; her ku diçû min fêm dikir. Mexdûriya herî mezin ez bêy wî mezinbûm. Ji ber temenê biçûk bîranînên min ên derbarê bavê min de jî nînin. Li gorî derdorên min ên nêz vegotîn, min dixwest bavê xwe yê hertim tiştê herî baş dixwest nas bikim. Belkî mînakek nebaş jî be, lê min jî weke gelek zarokên bê bav mezinbûyî, di xwest di rojên karneyê de bême azarkirin. Ji ber ku girêdanek me çênebû, di gelek mijaran de ez ji hestên jixwe bawerbûnê dûr mam.”
Baskin got, “Mirinê gihiştin, pijandinek çêkir” û da zanîn ku “Li gorî min êdî malbata min fêrî êş kişandinê bûye. Revandina bavê min û kuştina wî, mamê min ji aliyê Çeteya Geverê ve hate revandin û gelek demên wisan ên tengav, di warê gihiştinê de gelek tişt bime dan qezenc kirin. Lê belê hertişê sala 1993’an destpê kir. Pêla bûyerên neyînî nerawestiya, hemû pirsgirêk di vê demê de derketin. Di demekê herî zehmet yê Kurdbûnê de me hewil da rûmeta xwe biparêzîn. Êdî zilmê neditirsand û nedikarî pêşiya fikrên me bigire.”
‘KESÊN DI MESAFEYA EZ DEST BIDIMÊ DE QATILÊN BAVÊ MIN BÛN…’
Baskin dide diyarkirin ku, dema ku ew bi qatilên bavê xwe re li salona dozê rû bi rû hatin û wateya “dest û mil girêdayî” wê demê fêm kiriye. Baskin got: “Ez tengbûm, xeniqîm, hestiyar bûm, bihêrs bûm. Gelek tişt hatin fikra min; min tiştek nekir. Ji bo selameta dozê min xwe girt. Min û malbata xwe li wir rojek gelek zehmet derbazkir. Kesên di dûrahiya ku ez destê xwe bi avêjimê dê bigihijê ji kuştina bavê min dihatin darezandin. Mirov nikare vê rave bike. Dibe ku dema em mezinbûn me bi saya bê baviyê bêçaretî jiyan kir, lê belê tu deman qasî wê hawirê ez beçare nemam. Li beramberî min qatilên dest bixwîn ên weke kevçikê spî ji şîr derketî digotin ‘em bêgunehin’ hebûn. Dema ku rabûn ser xwe, xwe dannaskirin, dema behsa malbata xwe û zarokên xwe kirin daxwaza min ew bû ku; ew jî wê êşê bikêşin. Pervîn Buldana ku heman êşê bi me re parve dike gotina her yek ji wan qatîleke bû tercumanê gotinên me xwest bêjîn.”
Baskin Mehmet Agar û Tansû Çîller weke berpirsyarên sereke ên kuştina bavê xwe dibîne, her du kes di heman demê de berpirsyarên kuştina qetilkirina gelek Kurdanin.
‘HEMÛ KESÊN ÎMZE AVÊTINÊ BINÊ BIRYARÊN MGK PÊWÎSTE BÊNE DAREZADIN’
Baskin da zanîn ku, Agar û Çîllerê nirxên mirovahiyê ji bîr kirine ji bo dewletê hemû pîsîtî kirine. Baskin bilêv kirk u, ew baş dizanin ku, cînayetên failî meçhûl girêdana wan bi herdu kesan ve heye.
Baskin diyarkir ku, polîsê tîma taybet ê berê Ayhan Çarkin di îfadeyên xwe de qetilkirinên siyasî girêdayî biryarên di Lijneya Ewlekariya Netewî de (MGK) kir û xwest darezandin bê berfireh kirin:
“Ayhan Çarkin di rûniştinê de got, qetilkirin bi biryara MGK’ê hatin kirin. li gorî vê pêwîste ne netenê Tansû Çîller û Silêman Demîrel bêne darezandin; divê hemû wezîr û rayedarên leşkerî ên îmze avêtine binê vê biryara MGK’ê bêne darezandin. Madem dewlet dixwaze hemû pîsiyên mirovên herî bihêz yên wê demê derxîne holê, pêwîste weke Gladyoya Îtalyayê ji serî heya binî her kesê bigire û bidarezîne. Statuya wan çi be bila ew be, pêwîste ew pêkanînên wan ên dervey mirovahî bê ceza nemînin.”
‘BERÊ VEŞARTÎ VEŞARTÎ, NIHA VEKIRÎ VEKIRÎ’
Baskin destnîşan kir ku, berê Kurd veşartî qetil dikirin îro weke Roboskiyê bi komkujiyan didomînin.
Baskin da diyarkirin ku, “qetilkirinên ku duh bi veşartî dihatin kirin, îro li Tirkiye û Kurdistanê li dijî Kurd û muxalifan heman tiştê bikin. Heta weke li Roboskiyê çêbûyî, em dibin şahidê komkujiyan. Li beramberî bûyerên faîlî meçhûl ên salên 90’î, îro weke ‘faîlên diyar’ qetilkirin berdewam dikin.”
19’Ê SIBATÊ LI EDLIYEYA ENQEREYÊ
Kurê Abdulmecît Baskin Eren Baskin ji bo doza 19’ê Sibatê berdewam bike banga beşdarbûnê kir: “Netenê ji bo bavê min; ji bo hemû mirovên me ên êş kêşane, xizmên xwe windakirine û bi me re heman êşê parve dikin dê li wir bîn. Em weke malbateke ku jiyana xwe dane vê dozê ji bo em bibin dengê hemû hevalên xwe, rêhevalên xwe li rexmî hemû astengiyên rêya me me dayî ber xwe dê tucarî dest jê bernedîn. Ji bo doza dê di 19’ê Sibata 2014’an li Edliyeya Enqereyê pêkbê em li benda herkesê ne.”