Erdogan telefonî nîjadperestê li Stuttgartê kir û ew pîroz kir

Serokkomarê Tirk Erdogan bi telefonê li Yûsûf Unsal geriya ku êrîşî konê li Stuttgartê kiribû û ew pîroz kir.

Li bajarê Suttgart ê Elmanyayê ev 3 meh in ji bo Efrînê kon hatiye vedan. Her roj bi dehan kes serdana kon dikin û piştgiriyê didin çalakiyê. Koma antîfa ya Elman û saziyên demokrat şoreşger ên Tirkiyeyî xwedî li çalakiya ji bo Efrînê derdikevin.

YÊ KU NÎJADPEREST LÊ SOR KIR ERDOGAN E

Nîjadperestên Tirk ên pişta xwe dispêrin AKP'ê, her ku firsendê dibînin hewl didin provokasyonê bikin. Roja Şemiyê, Yûsûf Unsal ê 39 salî xwe li alên Kurdan û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li kon daliqandî ranegirt û êrîşî kon kir.

Polîsan dest lê werdan, lê Unsal piştre hate berdan. Êrîşkarê nîjadperest, li cihekî ku serokên herêmê yên UETD jî lê bûn, ji aliyê Serokkomarê Tirk Erdogan ve hate pîrozkirin. Erdogan bi telefonê li nîjadperest Unsal geriya û ew pîroz kir.

Erdogan jê re got, "Her tim bi vî rengî, her tim bi hev re, her tim li kêleka hev" û êrîşkarê faşîst pîroz kir.

Erdogan di telefonê de her wiha gotinên nîjadperestî jî bilêv kir û got, "Tê dîtin bê Tirkek di berdêla çi de ye? We ew yek nîşan dan, ev gelekî girîng e."