Erdogan piştî êrîşa Munsterê gef li Fransayê xwar
Serokkomarê Tirk R.T. Erdogan têkildarî êrîşa li bajarê Munster ê Elmanyayê ku tê de 4 kes mirin û bi dehan kes birîndar bû axivî û gef li Fransayê xwar.
Serokkomarê Tirk R.T. Erdogan têkildarî êrîşa li bajarê Munster ê Elmanyayê ku tê de 4 kes mirin û bi dehan kes birîndar bû axivî û gef li Fransayê xwar.
Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron hefteya derbasbûyî bi berpirsên Bakurê Sûriyeyê re hevdîtin pêk anîbû û Erdogan ev hevdîtin weke hîncet nîşan da û got êrîşên mîna Elmanya wê li Fransayê jî çêbibin.
Erdogan ê ku heta niha êrîşên li Ewropa hatibin kirin hemû li ser Tirkiyeyê re derbas dibin nedît û dewletên Rojava tehdîd kir.
Serokkomarê Tirk Recep Tayip Erdogan ku di 6’emîn Kongreya Asayî ya Partiya AKP’ê ya Denîzlî de axivî û wiha got; “Temaşe bikin li Elmanyayê terorîst çi dikin hûn dibînin? Wê li Fransayê jî çêbibin. Heta ku welatên rojava van terorîstan xwedî bike, wê têk biçin.”
Erdogan hevdîtina Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron ya bi nûnerên Bakurê Sûriyeyê re hîncet nîşan da û got; “Niha binêrin li Elmanyayê terorîst çi dikin hûn dibînin? Ev wê li Fransayê jî çêbibe” Erdogan bi vê gotinê Fransa tehdît kir.
Di serî de li Ewropa û li gelek welatên cîhanê, êrîşên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê û yên weke wê ve tê lidarxistin têkiliya wan bi Tirkiyeyê re gelek caran bi awayekî diyar derketiye holê.