Erdogan perê gel dimezêxe!

Namzetê CHP’ê yê serokkomariyê Muharrem Înce, anî ziman ku budceya serokkomariyê di nava 10 salên dawî de 25 qat zêdetir bûye û pirsa ‘Erdogan tu perê kê dimezêxî?’ kir.

Namzetê serokkomariyê yê CHP’ê Mûharrem Înce di mîtînga li Qada Anitparkê de pirs ji Erdogan kir.

Înce di axaftina xwe de bal kişand ser mexaxtina bê hed û hesab a serokkomarê Tirk Erdogan û ev bûdceya mezaxtinê ji kû tê û pirsa ‘Erdogan tu perê kê dimezêxî? Kir. Bûceya sala 2007’an ya serokkomariyê 33 milyon, 2014, 199 milyon, 2018 845 milyon bû. Ji 2007’an heta 2018’an 25 qat mezaxtina serokkomariyê zêde bûye.

Înce di dewama axaftina xwe de pirsa ‘Te çend pere ji bo şirketên lobî yên li DYA’yê razandiye?’ kir. Di nava şirketên ku te pere lê razandî çend endamên partiya Netenyahû ne?