Erdogan li xwe mikur hat: Xerakirina Sûrê xeyalê min bû

Serokkomarê Tirk Erdogan li xwe mikur hat, ku ji dema serokwezîrtiya wî ve xerakirina Sûrê xeyalê wî ye. Erdogan got, "Çi xisareke giran dîtibe, çi jî di asta navîn û kêm de xisar lê bû be, divê em Sûrê yekser hilweşînin."

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 'Komcivîna Veguherîna Bajarê' ya li Stenbolê de axivî.

Erdogan rastiya dewletê ya Bakurê Kurdistanê xera dike berevajî nîşan da û got, "Me nikarîbûn destûrê bidin, ku navçeyên me ewçend xerabe bimîne."

Erdogan bal kişand ser hewldanên dagirkirina bajarê Kurdan û da zanîn ku ji dema serokwezaretiya wî ve dagirkirin xeyala wî bû. Erdogan got, "Li navçeyên me yên ji terorîstan hatin paqijkirin, xebatên îmarê yekser destpê krin. Ji bo Sûr a Amedê, di dema serokwezaretiya min de jî xeyalê min bû. Min ji bo Sûrê projeyek da çêkirin. Di sala 2001'ê de ji bo Sûrên dîrokî planeke din hatibû çêkirin. Me gavên destpêkê yên li ser vê herêmê di sala 2012'an de avêtin. Planên îmarê û biryarên li ser herêma rîskê hatin wergirtin. Li navçeyên operasyon lê niha tên meşandin jî wê pêkanînên bi heman rengî hebe. Li aliyê din ji bo xerakirina avahiyên li Silopiyayê yên xisareke giran lê bûne û çêkirina yên nû, xebatên projeya ji bo 280 avahiyan dewam dike."

'DIVÊ EM TEMAMIYA WÊ XERA BIKIN'

Erdogan diyar kir, ew ê bi awayekî topyekûn dagirkirinê bike û wiha dewam kir: "Daxwaza min, weke serkêşê komar ew e, ku guh nede çi xisara giran, çi jî ya sivik... berhemên dîrokî aliyekî, temamiya avahiyên li wir werin xerakirin.

Hûn dizanin; em cihê Colemêrgê biguherînin, bila weke Gever bê guhertin. Li Colemêrgê bingeha bajêr nîne, ew der çawa kirine bajar nayê fêmkirin. Gever bêhtir pêkan e. Me balafirgeh lê çêkir, ew der herêma herî zêde qaçaxçitî lê tê kirin e. Girîng e ev hemû bên astengkirin û bajarekî bi hizûr were avakirin.

Cihekî din Cizîr e. Ji xwe mafê xwe bû, ji dest hatibû girtin. Divê ji nû ve bibe bajar. Kesek çûye Şirnexê nizanim, lê ne pêkane ku mirov jê re bêjin bajar. Lê Cizîr ne welê ye."

Erdogan ê mîna dagirkerekî axivî, piştre pesnê projeyên TOKÎ da.

Erdogan axaftina xwe bi destwerdana li dadgeriyê dewam kir, careke din gefa destnedanê xwar û got, "550 fezleke hene. Divê derhal çareser bibin."