Erdogan: Li pişt darbeya Misrê Israîl heye

Erdogan: Li pişt darbeya Misrê Israîl heye

Serokwezîrê tirk Erdogan, diyar kr ku li pişt darbeya leşkerî ya Misrê Israîl heye û îdia kir ku der barê vê de belge di destê wan de hene. Wezareta Karê Derve ya Israîlê der barê van îdiayên Erdogan de got: “Daxuyaniyeke ku ne hêjayê nirxandinê ye li ser nîqaş bê kirin.

Serokwezîrê Tirk Recep Tayîn Erdogan di civîna Serokên Bajaran yên AKP’ê de axivî û balkişand ser îcraatên 12 salan yên AKP’ê û got: “AKP partiyeke ku koka xw ji Osmanî, Selçukî û Komarê digireye. AKP ji Partiyên din cudatire. Her kes taybetiya AKP’ê dizane.

Erdogan got hinek kes ji bo wan teşwîqê şîdetê bike, tahrîk bike hebûn û got: “Di sala 2007’an de doza li AKP’ê hat vekirin lêkolîn bikin. Di wan dozan de tu şîdet,çek, tevgereke derveyê demokrasiyê hun nekarin bibînin. Em rastî bê hiqûqiyê hatin. Me mafên xwe yên perwerdehiyê wenda kir. Zarokên me yên keçik li ber deriyên zanîngehê giriyan.”

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got kesên îradeya netewê hezm nake darbeyan li demokrasiyê dixînin û got riya demokrasiyê ji sindoqê derbas dibe û balkişand ser dabeya leşkerî ya Misrê.

Erdogan îdia kiri ku li pişt darbeya leşkerî ya Misrê Israîl heye û got der barê vê de belge di destê wan de hene. Erdogan got: “Sindoq îradeye gele. Ya li Misirê pêk tê ev e. Li Misirê tê gotin demokrasî ne sindoqe.  Li pişt kî heye Israîl. Ji ber ku di destê me de belge hene.”

ISRAÎL: HE HÊJAYÊ ŞÎROVEYÊ YE

Wezareta Karê Derve ya Israîlê bersiv da îdiaya Erdoga. Berdevkê wezareta Karê Derve ya Israîlê Yîgal Palmor ji Ajansa Nûçeyan a Associated Press re axivî û got, ne hêjaye li ser vê daxuyaniyê nirxandin bê kirin.