Erdogan li Moskovê ye
Erdogan li Moskovê ye
Erdogan li Moskovê ye
Serokwezîrê tirk Tayyîp Erdogan di çarçoveya hevdîtinên xwe de bi heyeteke qelebalix re duh êvarê çû bajarê St Petersburg a Rûsyayê. Her du serokwezîr dê hevdîtinên xwe îro dê pêk bînin. Tê payîn ku krîza Suriyeyê mohra xwe li hevdîtinê bide.
Enqere û Moskovê ku di mijarê aboriyê de di serî enerjî û turîzmê de têkiliyên girîng pêş xistine û di mijarên Kurd û Çeçenan de jî lihevkirinên ewlehiyê kiribû di têkiliyan de geşedanên girîng kiribûn.
Asta bazirganiyê ku sala borî gihişt 35 mîlyar dolarî, her çiqas pêşî li qutbûna têkiliyê siyasî bigire jî, pirsgirêka Sûriyeyê di têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê de sar bûn û rê li ber naqokiyên girîng vekir.
Rûsya ji serî piştgiriyê dide rêveberiya Beşar Esad û li dijî mudaxaleya ji derve, derdikeve. Li dijî vê Tirkiye jî dibêje bila Esad dest ji desthilatdariyê berde û piştgiriyê dide muxalefeta Sûrî. Ev her du mijar nelihevkirina di navbera her du welatan de kur kir û dem bi dem hev û din sûcdar kirin.
Ji ber krîza Sûriyeyê di navbera her du welatan raste rast temas hatin qutkirin. Têkiliyên bazirganî û serdanan berdewam kir; lê serdanên siyasî û yên asta bilind radin rawestandin.
Beriya serdana Erdogan, hate hînbûn ku mijarên ku dê gengeşiya xeta Enqere-Moskovê zêde bikin hene. Di 10’ê cotmehê de balafira Rûsyayê ya diçû Sûriyeyê bi hinceta amûrên leşkerî têde hene, li Enqereyê hatibû daxistin û di navbera her du welan de rê li ber nerazîbûnê vekiribû. Sernavekî din yên gengeşî zêde kirin de pevçûna li ser Behrareş bû.
Balafirên çavderiyên yên Rûs yên ÎL-20 li ser xebata Behrareş firînên çavderiyê dike û jetên tirk jî pêşî li vê digirin û ev jî têkiliyan paşde dixîne. Rusya der barê balafiran de tu daxuyaniyek fermî nade. Fermandariya giştî ya Tirkiyeyê jî şopandina xwe ya bi armanca pêşî girtina balafirên tirk kir rapor.
Di mijara mertalên fuze û DYA’yê de nelihevkirin didome. Moskova ji radarên li Kurecikê hatine bicihkirin û patrîotên li dijî Sûriyeyê hatine bihêzkirin nerehete.
ERDOGAN: EV 3 SALE EM PIRSGIRÊKÊ ÇARESER NAKIN
Erdogan beriya serdana xwe ji ajansa nûçeyan a dewleta Rûs Îtar-Tass re axivî û diyar kir ku di mijara Sûriyeyê de lihev nakin û got: “Di vê mijarê de ev 3 sale em bi Rûsyayê re hevdîtinan dikin û hêjî me pirsgirêk çareser nekiriye. Hêviya min eve ku geşedanên erênî pêk bên. Ger Rûsya jî wek Tirkiye, DYA û Îranê tevbigere dê Konseya Ewlehiyê ya NY’ê jî tevli bibe û emê bi lez û bez berbi çareseriya pirsgirêkê ve biçin. An jî ne mumkune em bigihêjin armancekê.”