'Erdoğan komkujiyan li cîhanê'
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê bal kişande ser polîtîkayên komkuj ên Erdoğan û got li dijî vê helwestdayin peywira esasî ya dînan e.
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê bal kişande ser polîtîkayên komkuj ên Erdoğan û got li dijî vê helwestdayin peywira esasî ya dînan e.
Platforma Baweriyan a Mezopotamyaê derbarê êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Erdoğan bi hevkariya bi çeteyên DAÎŞ’ê êrîşê tîne ser Efrînê.
‘MAFÊ JIYANÊ NADE SIRÛŞTÊ Û ZINDIYAN’
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Gel û baweriyên li Mezopotamyayê hatine ber nemanê. Liv an xakan mizgeft, sinagog, dêr, malên cem, perestgehên Êzîdî, goristan û cihên dîrokî têne tinekirin. Mafê jiyanê nadin sirûştê û zindiyan.’’
Di daxuyaniyê de hate gotin tiştên li Sûrê, Cizîrê, Nisêbîn, Şengal, Mûsil, Reqa, Kobanê bûn û niha li Efrînê dibin, ji bo dînan û mirovahiyê bobeletan in û hate gotin, ‘’Erdoğan ê ku ev komkujiyên xwe li çar helên cîhanê berbelav kirî, li Brûksel, Berlîn, Parîs û Ingilîstanê jî heman komkujiyan dike.’’
‘EM HILWEŞÎNA LI EFRÎNÊ RAWESTÎNIN’
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘Ji bo ku dîn, ziman û çand tine nebin, bawermend û dindar divê dilsozê baweriyên xwe bin û vê hovitiyê bidin rawestandin’ û bi domdarî got, ‘’Bi vê baweriyê, em careke dî bi bîr dixin ku alîkariya bi mezlûm û bêkesan, peywira esasî ya hemû bawermend û dîndaran e. Îro helwestdayina li dijî Erdoğan û kirinên wî peywira sereke ya bawermendiya me ye.’’
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê di dawiyê de got, ‘’Em komkujî û hilweşandina li Efrînê û Mezopotamyayê bidin rawestandin û ji bo ku aştî, biratiyê bixebitin.’’