Erdogan jî ji destnedayînê sûdê werdigire

Erdogan jî ji destnedayînê sûdê werdigire

Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ku rakirina destnedayîna parlementerên Partiya Aştî û Demokrasiyê xistin rojevê, derket holê ku derbarê Serokwezîrê Tirk Erdogan de jî gelek lêpirsîn hatine vekirin lê belê ji ber sedema destnedayînê nayê darezandin.

Li gorî rojnameya Cumhuriyetê Erdogan ji sûcên “peywir îhmal kirinê, zîmmet, di bîletên cemawerî de qelbezantî, di ewraqên fermî de sextekarî, ji bo crime dirûvpêktin çêkirinê” tê darezandin.

Niha li gel serokatiya Meclîsa Tirk di mijara darezandina parlementeran de 934 dosya hene. Ji van dosyayan 762 dosya yên parlementerên BDP’ê ne. Yên parlementerên AKP’ê jî 66 dosya ne.

Di nav de dosyayên derbarê Erdogan yên demê Serokatiya Şaredariya Stenbolê dikir yên bi sûcdarkirina “gendeliyê” jî hene. Di nava dosyayên Erdogan ku xwe bi zirxê destnedanê pêçaye sûcên “peywir îhmal kirin, zîmmet, di bîletên cemawerî de qelbezantî, di ewraqên fermî de sextekarî, ji bo crime dirûvpêktin çêkirinê” jî hene.

Di derbarê Wezîrê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn de jî dosyayekî “ fesat xistina nava îhaleyê, ji ber sedema xizmetê emniyet sûîstîmalkirinê, di bîletên cemawerî de qelbezantî, di ewraqên fermî de sextekarî, ji bo crime dirûvpêktin çêkirinê” heye.