Erdogan êrîşên li hemberî PYD girt ser xwe!
Erdogan êrîşên li hemberî PYD girt ser xwe!
Erdogan êrîşên li hemberî PYD girt ser xwe!
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan got ‘hêzên muxalîf êdî PYD’ê xistine tengasiyê.” Ev daxuyaniya Erdogan di demeke de ku êrîşên komên bi piştgiriya Tirkiyeyê ku li hemberî Rojavayê Kurdistanê pêk tên hat.
Li gorî rojnameya Hurriyetê Recep Tayyîp Erdogan dema ji gera xwe ya Ewropaya Navîn vedigeriya li Enqereyê pirsên rojnamegeran bersivand.
Erdogan rewşa Suriyeyê nirxand û der barê partiya herî mezin Rojavayê Kurdistanê PYD’ê de li xwe mikur hat û ev îfade bikaranîn: “Ger em bên ser PYD’ê, PYD ne rehet e. Çima? Ji ber ku hêzên muxalîf PYD kirine cihekî zor û zehmet. Li vir bi taybetî ji Qamişlo ber bi Hasekê, PYD zehmetiyên gelek mezin dikişîne. PYD wisa pir ne rehet e. Ew pêvajo jî jia liyê hêzên muxalîf ve gelek baş dimeşe. Di noqteya hakimiyeta hewayî de rejîm her diçe qels dibe. Bê guman hakimiyeta hewayê heye. Lê em nizanin ku ev hakîmiyet dê heta kengî bê bikaranîn. Hakimiyeta hewayî heta ku biçe ew jî mijareke cudaye.”
Di 16’ê çile de komên çekdar ji ser Tirkiyeyê bi çekên giran û tankan êrîşê bajarê Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê kirin. Ji bajarên cuda yên Suriyeyê jî ev kom hatin teqwiyekirin û bi hezaran endamên çeteyan di êrîşê de cih girtin. Hêzên YPG’ê 15 rojan bê navber li hemberî komên çete şer meşandin û koman wendahiyên giran dan û xwe kişandin taxên noqtreya sifir ya Tirkiyeyê. Di dema pevçûnan de hêzên YPG’ê du ambulans ku yek ya Fransyê bû, gelek çek û muhîmat desteser kirin. Komên çeteyan wekê êrîşên berê dîsa banga agirbestê kirin. Kurd kesên ku êrîşên sîvîlan dikin, alîkariya ku ji wan re tên talan dikin û dişêlinin li bajarên xwe naxwazin.
DIBE KU MUSTEŞARÊ MÎTÊ ÇÛBE ÎMRALIYÊ
Erdogan ji bo pirsa dê heyeta duyemîn a BDP’ê kengî biçe Îmraliyê jî wiha got:
“Em dê bi hevalan re hevdîtinan bikin. Li gorî hevdîtinê dibe k udi vê navberê de musteşarê MÎT’ê çûbe Îmraliyê. Em dê agahiyan ji wî bigirin, çi ye, çi nîne. Li gorî em dê nêzîk bibin. Kesên ku bi yên çiyayî hembêz dikin em rê nadin wan. Em nekarin bêjin biçin wir. Lê ne mumkune ku em bi germahî li van binêrin. Nêzîkatiya Wezîrê Dadê di vê mijarê de ji bo me girîng e.”