Erdogan: Em weke dewlet hevdîtinê dikin

Erdogan: Em weke dewlet hevdîtinê dikin

Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan da diyarkirin ku, ew weke ‘mekanîzmaya dewletê’ li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê dikin. Erdogan got; “Em di wê niyetê de ne ku pêvajoya me berê dabû destpêkirin bidin derdewamkirin. Enstrumana herî girîng ya dewletê teşkîlata îstîxbaratê ye. Me ev pêngav avêt, diavêjin û dê bavêjîn.” Erdogan aşkera kir ku, ew weke hikumetê “ne di nava hevdîtinan de ne û nabin jî” her wiha da diyarkirin ku, ji bo Ocalan zindana malê û efûya giştî di rojevê de nîne.

Serokwezîrê Tirk Erdogan beriya gera Efrîkayê li balefirgehê daxuyaniyek da û hevdîtinên li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re piştrast kir û got ku hewildanên wan ewin ku di tekoşîna li gel PKK’ê bi serkeftî bin. Erdogan destnîşan kir ku, “Ne pêvajoyekî nû hatî destpêkirine. Hemû hewildana me di tekoşîna li PKK’ê de serkeftine, welatê me di nava aramî û refahê de bijî.”

Erdogan da zanîn: “Em di niyeta berdewamkirina pêvajoya me berê dabû destpêkirin e.” Lê belê Erdogan îdîa kir ku, ew bi xwe ne di nava hevdîtinan de ne. Erdogan anî ziman ku, “Enstrumana herî girîng ya dewletê teşkîlata îstîxbaratê ye. Me ev pêngav avêt, diavêjin û dê biavêjîn. Di dema van pêvajoyan de em weke siyasetmedaran ne di nava vê hevdîtinan de ne û nabin jî.”

Serokwezîrê Tirk Erdogan gotina xwe ya, ‘bi terorê re tekoşîn, bi siyastmedaran re muzakere’ dubare kir û got ku dibe pêvajoya muzakereyên weke yên Osloyê bêne rojevê. Erdogan destnîşan kir ku, “ Niha hinek pêşketin hene. Em dê bi terorê re tekoşînê bidin meşandin û bi siyasetmedaran re jî muzakereyan bikîn. Ev hevdîtin dê çêbibin û dê di pêvajoya hevdîtinan de muzakere bêne kirin. Weke hûn jî dizanin beriya vê Oslo hebû. Niha di rojeva me de Oslo tuneye. Lê belê em pêşiya wê jî nagirîn, Oslo nabe cihek din dibe. Weke hûn dizanin Ewropa lingê siyasî yê rêxistinê ye.”

Erdogan di pêvajoya hevdîtinan de gazinde ji partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl û çapemeniyê kir ku, piştgiriya pêwîst nadin. Erdogan got; “Ger em destê xwe bidin hev em dê ser bikevin. Aha niha destê me ne li gel hev e. Em ne ji çapemenî ne jî ji saziyên civakî yên sivîl piştgiriyê digirin. Pêwîste tişta ku dikeve ser milê her kesekê pêkbîne.”

Erdogan li ser pirsa, di pêvajoya nû de “ew li benda rewşên weke provokasyonê ne ya na” got, “Ev pêvajoyekî berdewam dike. Ne pêvajoyekî nû ye.” Erdogan li ser pirsa, di çarçoveya hevdîtinan de yên ku ji ber sedema sûcê “terorê” ketîn zindanan dê bêne serbest berdan ya na, diyar kir ku “xebatên me yên 4’mîn Paketa Darazê didomin. Di demek kurt de em dê bînin rojeva Meclisê. Lê belê ji bo kesên tevlî terorê bûyîn efûyek giştî serbest berdana wan ne di rojevê de ne. Ji bo Ocalan zindana malê tiştek ne mimkune. Di desthilatdariya AKP’ê de tiştek wisan nabe.” Li ser pirsa, di çarçoveya muzakereyan de daxwazên zelal hene yan na, Erdogan got; “Ez her tiştekê parve nakim, yên ez parve bikim hene, yên ez parve nekim jî hene. Jixwe hûn dê piraniya vana di pratîkê de bibînin.”