Erdogan çerixî: Ji bo Efrînê nikarim demekê diyar bikim

Erdogan weke ku li xwe mikur were axaftinek kir û got ji bo Efrînê ew nikare demekê diyar bike. Hikûmetê beriya niha gotibû, ‘di 3 saet, 3 roj, heftiyekê de em ê Efrînê bistînin.’’

Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkamarê Tirk Tayyîp Erdogan beriya kongreya partiya xwe ya Afyonkarahîsarê axivî. Erdogan behsa êrîşên xwe yên dagirker ên li ser Efrînê kir û got, ‘’30 leşkerên me û 60 OSO’yên me şehîd bûn. Niha bi izna Xwedê me qadeke bi 300 kîlometreyî ya bi dirêjî û firehiyê standiye.’’

KA HERÎ PIR HEFTIYEK BÛ?

Erdogan beriya niha digot ew ê di demeke kurt de dagirkirinê temam bikin, çerixî. Beriya niha Erdogan behsa ‘3 saet, 3 roj, heftiyekê’ dikir, ev ji bîr kir û got, ‘’Heke em xwediyê 18 milyon kîlometre xakê ya bi dirêjî û firehiyê bûn û kêmî 780 hezar kîlometre bi dirêjî û firehiyê bûbûn em ji vê re şikir dikin, sebr dikin. Diyarkirina demê ne bi qudreta min e. Niha çi tişta ku ji dest me tê em dikin.’’

Erdogan careke dî li ser leşkerên kuştî hijmarên ku hev nagirin da.