Erdogan cara yekemîn çû serdana Şaredariya Amedê
Erdogan cara yekemîn çû serdana Şaredariya Amedê
Erdogan cara yekemîn çû serdana Şaredariya Amedê
Serokwezîrê Tirk Erdogan bi balafira taybet ‘ANA’ saet di 11.30’an de hat Amedê. Erdogan li balafirgeha Amedê jia liyê wezîrê Karê Hundir Muammer Guler, wezîrê perwerdehiyê Nabî Avci, wezîrê çandiniyê Mehdî Eker, Waliyê Amedê Mustafa Cahît Kiraç, Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr, parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana, parlamenterê BDP’ê Sirri Sakik, Altan Tan, Esat Canan û midûrê midûriyeta polîsan Recep Guven ve hat pêşwazîkirin.
Erdogan û kesên ligel wî bi konvoyekê çûn Şaredariya Bajarê Mezin Amedê. Erdogan ji aliyê şaredar Osman Baydemîr ve hat pêşwazîkirin. Erdogan û parlamenterên BDP’ê piştî hevdîtina ji çapemeniyê re girtî ji şaredariyê veqetiyan.
Piştî veqetîna serokwezîr hevserokê Giştî yê KCD’ê Ahmet Turk daxuyaniyek da û got: “Birêz şaredar, di mijara ku ev pêvajoya krîtîk bê derbaskirin û bi hikûqiya biratiyê li meseleyê binêrin, nêrînên xwe îfade kiriye. Ji ber ku em mîvan bûn şaredar hem li her koma me û hem jî li ser xebatên şaredariyê daxwazên xwe anîye ziman. Divê ev diyalog veguhere muzakereyê. Hêviya min ev ku bi nêzîkatiyeke ku kurdan wek gelekî bibînin û nêzî pêvajoyê bibin. Em vê serdana Amedê jî wek pêngaveke çareseriyê dibînin. Birêz Barzanî jî îro ji bo hevdîtinê bi Erdogan re bike hatiye. Amed, dilê gelê kurde. Barzanî îro hatiye welatê xwe. Em dê berpirsyariya xwe bînin cih. bê guman tiştên ku em jî nîqaş bikin hene. Dibe îro derfetê vê tunebû. Em dîsa dubare dikin, bêdiyalogiya di navbera kurdan û zemetiyên li Rojavane. Divê kurd îro bi îradeyek hevpar bibin yek.
Piştî Erdogan veqetiya,Osman Baydemîr ji rojnamegeran re axivî û got: “Sohbeteke me ya xweş çêbû. Me bi parlamenterên xwe re pêşwazî kir. Sohbeteke me ya xweş û bi henek derbas bû. Ji bo gelê me yê Amedê hevdîtinek girîng bû. Hewcedariya me hemûyan bi vê hevdîtinek wisa hebû. Hêviya min eve, piştgiriyê bide pêvajoya çareseriyê. Ez spas dikim.” Tê payîn ku Erdogan bi Barzanî re biçe serdana Walî.