‘Erdogan bi rêbaza Kemalîstan welat bi rêve dibe’

‘Erdogan bi rêbaza Kemalîstan welat bi rêve dibe’

Raportorê azadiya çapemeniyê ya berê a Konseya Ewropayê Mats Johansson, di gotara xwe ya bi ser nê ‘Erdogan bi rêbaza kemalîstan welat bi rêve dibe’ a di quncikê xwe yên rojnameya Dagens Nyheter de a bi navê ‘nîqaş’ de wiha got: “Desthilatdariya Erdogan û AKP ji bo bibin hevkarê stratekî yên Rojava a pêkanînên dij-demokratîk cazîbeya Tirkiyeyê kêm dikin.

Johansson da zanîn ku di mehên havînê de li Stenbolê xwepêşendan pêk hatine û bertekên hikûmetê yên li dijî vê û cezayên giran yên di doza Ergenekonê de hatine dayîn, ne ku AKP ji Yekitiya Ewropayê, ji Rûsyayê îlhamê digire.

Di gotarê hat gotin ku di  azadiya ramanê û her wiha birêvebirina welat, Tirkiye ji Rusyayê îlhamê digire û got ev helwestek wisa asta berbi welatekî mînak de dadixîne. Di gotarê de wiha hat gotin: “Li Tirkiyeyê darbeyên leşkerî berê zêdetir bûn.  Lê di doza Ergenekonê de ligel ku darbeyek nîne jî li 80 kesî ku di nava wan de rojnamger, lêkolîner û siyastmedarjî hebûn 22 caran cezayê mubetê birîn û ev jî dibe 1200 sal ceza.

Johansson diyar kir ku Federasyona Rojnamegerên Navnetewî ev ceza rexne kirine û got wek êrîşeke li dijî azadiya ramanê hatiye dîtin. Johansson got: “Di rapora ku di rojên borî de li Brookîngs a Wasîngtonê hat aşkerakirin de, bal dikişîne ser şibandina rejîma otorîter ya navbera Rusya û Tirkiyeyê.  Teoriyên komployê hem li Enqereyê û hem jî li Moskovê di polîtîkaya hundir de wek amûrek polîtîk tê bikaranîn û piştî çalakiyên Parqa Gezî binpêkirina mafan zêde bûye.  

Berê Yavuz Baydarê ku li Swêdê rojnamegerî dikir jî di nav de bû bi dehan rojnameger ji kar hatin avêtin û divê ev geşedanên dawî yên li Tirkiyeyê ji aliyê Parlamento û komîteya wezîran ve bê şopandin.                      

Raportorê azadiya çapemeniyê  ya konseraya Ewropayê li ser azadiya ramanê û çapemeniya Tirkiyeyê raporek amade kiribû û ev rapor li parlamentoya Ewropayê hat nîqaşkirin û qebûbûl kirin. Piştî vê rastî tehîd û zextên parlamenterê AKP’ê hat.