Erdogan bi Merkel re bazar geş kir!
Serokkomarê Tirk Erdogan pêşî bi Serokkomarê Elman Steînmer û piştre bi serokwezîr Merkel re axivî. Li pişt van hevditina bazarên nû hene.
Serokkomarê Tirk Erdogan pêşî bi Serokkomarê Elman Steînmer û piştre bi serokwezîr Merkel re axivî. Li pişt van hevditina bazarên nû hene.
Hate gotin Erdogan teklîf kiriye, welatiyên Elman yên ku Erdogan rehîn girtiye bi wan kesan re ku serlêdana penaberiya siyasî li Elmanya kirine bi hev biguherin.
Piştî ku yek ji rehîneyê rejîma Erdogan aktîvîstê mafê mirovan Peter Steûdner bi rengekî ‘surprîz’ 25’ê Cotmehê hate berdan kitekitên têkiliyên nêz ên ku di navbera Berlîn û Elmanyayê de dest pê kirin derkete holê.
Li gorî kovara heftane ya Elmanya Der Spîegelê li ser pêşniyara pevguherînê Steûdtner hatiye berdan. Kovar dibêje Erdogan pêşniyara pevguherînê daye yek ji serokwezîrê berê Gerhard Schroder.
Piştî hilbijartina federal a 24’ê Îlonê bi heftiyekê li gel ku di statûyeke wî nebû jî Schroder li ser navê hikûmeta Elman çû Stenbolê û bi Erdogan re rûnişt. Tê gotin Erdogan ji Schroder re gotiye, ‘’Heke efserên Tirk ên ku piştî 15’ê Tîrmehê xwe li Elmanya girtine werin berdan e em ê jî welatiyên Elman berdin.’’
BERDANA STEÛDTNER ‘RAZA DEWLETÊ YE’
Li gorî Der Spîegelê Schroder ji teklîfa Erdogan re gotiye, ‘’tiştekî wiha ne pêkan e’. Ji ber ku, li gorî destûra Elmanyayê pir zehmet e ku kesê ku serlêdana penaberiya siyasî kiriye li welatê wan were vegerandin. Lê piştî vê hevdîtinê bi demeke kurt Peter Steûdtner hate berdan, ku Steûdtner 5’ê Tîrmehê li Buyukadayê dema ku li otêlekê di semînerekê de bûn, bi aktîvîstên dî re hatibû girtin.
Elmanya kesên ku Erdogan behsa wan dikir neda Tirkiyê, baş e Steudtner di ber çi de hate berdan, Berlînê çi daye Enqerê? Hikûmeta Elman a federal agahiyên li ser berdana Steûdtner, hevdîtinên ji bo berdanê bi raya giştî re par ve nake. Steûdtner ji 10 welatiyên Elmanya ku rejîma Erdogan rehîn girtiye, tenê yek jê ye.
Parlemanterê Partiya Çepgir Stefan Lîebîch li ser mijarê pirsname da hikûmeta Elman lê hikûmeta Elman got, ‘raza dewletê ye’ û li ser pêvoya berdana Steûdtner agahî neda. Lîebîch rexneyên giran li hikûmeta Merkel kir û got, ‘’Nayê qebûlkirin ku muzakereyên bi kesekî otokrat Erdogan re neyê parvekirin.’’
ERDOGAN DEMA KU BEHSA ‘TEQAS’Ê KIRÎ BEHSA KURDAN DIKIR?
Piştî Schroder di rojên dawî yên Îlonê de musteşar Merkel Peter Altmaîer hatibû Enqerê.
Altmaîer ku ji karê taybet ê Merkel berpirs e, bi ‘peywireke veşartî’ bi Erdogan re rûnişt, li gorî nûçeyên di çapameniya Elman de derketin, Elmanya ji bo ku dewleta Tirk Steûdtner berda xelateke mezin da Tirkiyê.
Dihate meraqkirin bê ku pêvajoya nermbûnê ya bi desthilatdariya Erdogan re bi kîjan berdêlên mezin ê Elmanya pêk hatiye. Kesên ku xwe li Elmanya girtin û tê îdîakirin endamê cemeata Gulen in nedane Tirkiyê. Gelek caran rayedarên Elmanya gotin, ‘’ji bo vê divê em destûra xwe biguherînin.’’
Naxwe ya ku dimîne ew e ku di wê pêvajoyê de ku Erdogan jê re ‘teqas’ dibêje, dewleta Tirk diviya li dijî tevgera azadiya Kurd biketa tevgerê. Êrîşa polîsên Elman ên li dijî çalakiyên Kurdan û sembolên Kurdan nîşaneya vê ya girîng bû. Starta vê êrîşê jî 4’ê Mijdarê dest pê kiribû, ku 4’ê Mijdarê li Dûsseldorfê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş çebûbû û polîsan êrîş bi ser çalakiyê de anîbû. Wê rojê wezîrê Karê Derve ê Elmanya Gabrîel û wezîrê karê derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglu li Entalya hatibûn cem hev.