Erdogan bi kurmayên xwe re pêvajoyê dinirxîne

Erdogan bi kurmayên xwe re pêvajoyê dinirxîne

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, bi kurmayên xwe re têkildarî pêvajoya çareseriya demokratîk di civînê de ye.

Serokwezîr Erdogan di saetên sibê de ji mala xwe ya Keçîoren ku derbasî Avahiya Fermî ya Serokwezîrtiyê bû tevî ku di bernameya wî de nîn bû jî bi kurmayên xwe re civiya.

Di civîna ku saet 17.00’an destpê kir de alîkarên Serokwezîr Bulent Arinç, Bekîr Bozdag, Beşîr Atalay, Wezîrê Edaletê Sadullah Ergîn, Wezîrê Karên Hundir Muammer Guler, Wezîrê Çand û Turîzmê Omer Çelîk, Muşteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan, Berdevkê AKP’ê Huseyîn Çelîk, Serşêwirmendê Serokwezîr Yalçin Akdogan û Muşteşarê Serokwezîrtiyê Efkan Ala beşdarî civînê bûne.

Hat ragihandin ku di civînê de Erdogan û kurmayên wî pêvajoya çareseriyê dinirxînin.