Erdogan, Barzanî û Perwer li Walitiyê hatin cem hev

Erdogan, Barzanî û Perwer li Walitiyê hatin cem hev

Serokwezîrê Tirk Erdogan piştî serdana xwe ya Şaredariya Mezin di çarçoveya bernameya xwe de çû WalitiYê. Li vir bi Şivan Perwer û Mesud Barzanî re çû Walitiyê.

Erdogan ku çû serdana Şaredariya Bajarê Mezin, piştre derbasî Walitiyê bû. Erdogan di têketina Walitiyê de , ji aliyê walî Cahît Kiraç û wezîrê ragîhandinê Bînalî Yildirim, wezîrê perwerdê Navî Avci, wezîrê daristan û karê avê Veysel Eroglu, wezîrê maliyê Mehmet Şîmşek, wezîrê pêşvebirinê Cevdet Yilmaz û wezîrê Karê Derve Ahmet Davutoglu re hate cem hev.

Piştî Erdogan, Mesut Barzanî jî hat walitiyê û Walî Cahît Kiraç pêşwazî kir. Piştre hunermend Şivan Perwer û hunermend Îbrahîm Tatlises çûn Walitiyê. Hat hînbûn ku dê ji vir derbasî mîtînga li Kawşaxa Kantarê bibin.