Erdogan: Artêş hewcedariyê pê bibîne, dê rayeyê ji me bigire

Erdogan: Artêş hewcedariyê pê bibîne, dê rayeyê ji me bigire

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku, di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de, di mijara vekişînê de di artêşa tirk de ger rayeyek hewce be dê demildest rayeyê bidin wan.

Erdogan ku di gera xwe ya Kirgizîstanê de axivî, pirsên rojnamegeran yên di derbarê pêvajoyê de bersivand. Erdogan di mijara vekîşina gerîlayan de wiha got: “Hêzên me yên Çekdar bi rayeya ku ji me girtine, di çarçoveya rayeya ku me daye dikarin bikarbînin lê, niha di pêvajoya nû de çi raye hewce bike dê ji me bigire. Ji min wek serokwezîr, ji bajaran ji waliyan pêngavên hewce dikare bi desturê bê avêtin.

Erdogan got, pêvajo gelek baş dimeşe û ev di nava demê de dê diyar be û wiha got: “ Pêvajo baş dimeşe. Lê divê em bihêlin ji demê re. Hemû aliyên Tirkiyeyê çapemenî, akademîsyen û sendîkvan ji bo vê pêvajoyê di nava hevaldanê de ne. Em dibêjin bila xwîn nerêje, ji bo vê jî em berpirsyariya xwe dê bînin cih û çi dibe bila bibe em dê ser bikevin.”

Erdogan di derbarê krîza pêşnûmeya Meclisê de jî axivî û got: “ Li palamentoyê êrîşê dîwanê kirin, dagirkirina kursiyê…serî li riyeke wisa dane.  Ev jî nasnameya esas ya CHP’ê derdixe holê. Yanî ev ji bilî tundiyê tu tiştek nîne. Ev hêzê nîşan nade.  Ev eciziyê nîşan dide.  Ev îfadeya eciziyê ye.”