Erdogan 10 namzetên xwe aşkera kir

Erdogan 10 namzetên xwe aşkera kir

Serokwezîrê tirk Erdogan namzetên xwe yên bo hilbijartina herêmî jê 10 heb aşkera kir. Di nava namzetên hatin aşkerakirin de jin tune bû. Namzetê AKP’ê yê Enqereyê jî dîsa Melîh Gokçek bû.

Erdogan di koma civîna partiya xwe de  namzetên 5 navend û 5 şaredariyên bajarên mezin aşkera kir.  Li gorî vê namzetên AKP’ê yên hatin aşkerakirin wihane; Bartin; Seyfettin Kalay, Gumuşhane; Ercan Çîmen, Kirşehîr; Yaşar Bahçecî, Amasya; Cafer Ozdemir, Afyonkarahisar; Burhanettin Çoban, Mereş; Fatih Mehmet Erkoç, Eskîşehîr; Harun Karacan, Qeyserî; Mehmet Ozhaseki, Konya; Tahir Akyurek, Enqere; Îbrahîm Melih Gokçek."