Erdhêja xizaniyê li malbata Ozdemîr xist
Erdhêja xizaniyê li malbata Ozdemîr xist
Erdhêja xizaniyê li malbata Ozdemîr xist
Gurgun Ozdemîr yê ku li gundê Hirit ya Xîzana Bedlîsê rudinişt mala wî hilweşiya û jiyana wan serobino bû. Malbata Ozdemîr ku bi 4 zarok û hevserê xwe re ev meheke di kavila xanî de dijî, ji ber stresa ku çareyek nedît jiyana wan felç bû. Bav Gurgun Ozdemîr ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ev meheke bi xurekên ku li mizgeftê bo wan hatiye berhevkirin jiyana xwe didomînin û got tenê daxwazek wan heye vê zivistanê xaniyekê wan hebe.
DI KAVILÊ DE TÊKOŞÎNA JIYANÊ
Gurgun Ozdemî yê 55 salî ku bi salan beê ji Sêrtê koçî Bedlîsê ji malaba kesekî ji malbata Koçer e. Ozdemîr yê ku zewicî û li gundê Hirit ya Xizana Bedlîsê bi cih bû. Bi kedeke mezin xaniyek ji bo xwe çêkir û bi şivantiyê debara malbat xwe dikir. Lê mehek berê di encama barana bi şîdet de mala wî xera bû û jiyana wî serobino bû. Malbata Ozdemîr ku tenê eywana wan saxlem ma di kavina xanî de têkoşîna jiyanê didin. Bi alîkariya gundiyan xurek hat berhevkirin û dan malbatê.Ozdemîr bi 4 zarokên xwe re ji bo xwe ji sermayê û baranê biparêzin kon de dimînin.
DAXWAZIYA WAN XANIYEKE
Ozdemîr ji ber nexweşiya xwe ya felçê tenê dikare şivantiyê dike û wiha got: “Mizgeftê bo me xurek berhev kir. Ji ber baran û sermayê zarok bi şev nekarin razin. Her şev em sermayê digirin. Sê zarokên me diçin dibistanê. Lê zivistan dijwar derbas dibe. Em xaniyekê dixwazin. Em li bende alîkariyê ne.”