Erbey: Divê em destûrê nedin tecrîdeke nû

Dayika sê girtiyên siyasî Meryem Erbey diyar kir, piştî bidawîbûna tecrîdê ya bi berxwedana grevên birçîbûnê re divê Kurd xwedî li pêvajoyê derkevin.

Rewşa tenduristiyê ya girtiyên siyasî Maşallah, Mehmet û Denîz Erbey ên tevlî berxwedana greva birçîbûnê bûn ber bi başiyê ve diçe.

Meryem Erbey a 65 salî ku sê zarokên wê li girtîgehên cuda ketin greva birçîbûnê, diyar kir ku Mehmet Erbey 26'ê Kanûnê li Girtîgeha Girtî Tîpa T a Duzceyê, keça wê Maşallah Erbey 5'ê Çileyê li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyan a Kayseriyê û kurê wê Denîz Erbey ê 22 salî jî li Girtîgeha Denîzliyê ketin berxwedana greva birçîbûnê.

Keça wê Maşallah ku deh sal cezayê wê yê girtîgehê heye ku tevlî koma destpêkê ya çalakgerên greva birçîbûnê bû, li Girtîgeha Kayseriyê dema di berxwedanê de bû pirsgirêkên çav lê rû da û bi xwînê verşiya. 

Kurê wê Mehmet ê ku 23 salan cezayê girtîgehê lê hate birîn 26'ê Kanûnê tevlî berxwedana greva birçîbûnê bû.

Dayika wan Erbey anî ziman ku rewşa tenduristiyê ya zarokên wê di dema berxwedanê de giran bûye û piştî bidawîbûna çalakiyê dest bi vexwarina şorbeyê kirine, lê hîn nikarin xwarina normal bixwin. Erbey got, "Nexweşiyeke mayinde li wan rû nedaye. Qet nebe vê yekê ji me re dibêjin. Lê belê salên bê wê rû bide."

Erbey got, "Ew amade ne her carê bedena xwe bidin ber birçîbûnê" û diyar kir, "Lê belê ev yek çareserî nîne. Ji bo pêwîstî bi çalakiyên bi vî rengî nemîne bi taybetî em ên li derve, Kurd divê xwedî li vê pêvajoyê derkevin, yanî destûrê nedin tecrîdeke nû. Em, dayikên wan em ê bibin dengê wan."