Enternasyonalîst: Em ê li dijî desthilatan li ber xwe bidin û serbikevin

Enternasyonalîstên ku di çarçoveya meşa dirêj a Lozan-Cinêv de li mîtînga li pêşiya NY’yê hate lidarxistin, axivîn peyama “Êrîşa li ser Efrînê êrîşa li dijî mirovahiyê ye, em bêdengiya desthilatan qebûl nakin. Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.” dan.

Meşa dirêj ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga li Neteweyên Yekbûyî ya ji bo rawestandina êrîşên li ser Efrînê di 12’ê Sibatê li bajarê Lozan a Swîsreyê destpêkir, di çarçoveya meşa dirêj a Lozan-Cinêv de li ber Netewên Yekbûyî mîtîngekê lidardixin. Mîtîng dibin pêşengtiya Platforma Xwedîderketina Efrînê ya Ewropa ku ji 82 sazî û rêxistinan pêktê, di nava wan de zêdetirî 1000 kes ku 200 enternasyonalîstên ji gelek welatên Ewropa, rojnamevan, siyasetmedar û akademisyenên ji Tirkeye û 4 parçeyên Kurdistanê beşdar bûn.

Berxwedêrên ji her temenî û her baweriyê beşdarî mîtîngê bûyîn pankartên li ser nivîsa ‘NY komlujiya li Efrînê bisekinîne’ , ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu’ vekirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG û YPJ’ê rakirin. Di mîtîngê de bê navber dirûşmeyên ‘Her der Efrîn, Her der berxwedan’ , ‘Bijî Serok Apo’ , ‘NY komkujiyan bisekinîne’ , ‘Terorîst Tirkiye’ û ‘Kujer Erdogan’ hatin berzkirin.

LEÛBERGER: HER KU BÊDEND DIMÎNIN KURD TÊN QETILKIRIN

Hevserokê Berê yê Partiya Keskan a Swîsre Ûelî Leûnberger di mîtîngê de axivî û wiha got: “Em bi ti awayî êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê qebûl nakin. Em ji helwesta NY’yê û Ewropayê ya li hemberî êrîşên li ser Efrînê nerazî ne. Her ku bêdeng dimînin dewleta Tirk qetilkirina Kurdan didomîne. Îro bi çekên tên firotina dewleta tirk gelê Kurd ên nirxên mirovahî û demokrastiyê diparêzin tên qetilkirin. Divê Swîsre û welatên din ên Ewropa li gorî Peymana Cinêvê firotina çekan a Tirkye bi dawî bikin.”

DARAR: LI EFRÎNÊ YEKBÛNA GELAN TÊ HEDEFKIRIN

Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Riyad Darar: Êrîşên li ser Efrînê bi plan û organîzekiriye. Li ser bingeyehê yekîtiya gelên Efrînê dixwazin sîstema nû tê avakirin tine bikin. Îro gelê Efrînê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe dide û xaka xwe naterikîne. Dewleta Tirk a ku nikare bikeve Efrînê gelê sivîl dike hedef û qetil dike, cîhan tev li hemberî van qetilkirina bêdenge. Em vê bêdengiyê qet qebûl nakin û ev bêdengî tê wateya hevkariya sûcê tê kirine.

ENTERNASYONALÎST: EM Ê LI BER XWE BIDIN ÛBI HEV RE SERKEFTINÊ PÎROZ BIKIN

Di axaftinên li ser navê koma enternasyonalîst ên tevlî meşa dirêj a Lozan-Cinêvê bibûn de jî ev tişt hate gotin: “Ev êrîşa li ser Efrînê tenê bi Efrînê sînordar namîne, wê di heman demê de nirxên mirovahiyê jî be. Em şoreşger, femînîst, sosyalîst, antî-kapitalîsan ên li çar aliyên Ewropa ku bi gelê Kurd re ne, em li dijî hevkariya desthilatan a bi dewleta Tirk re dikin qebûl nakin. Em ê li ber xwe biin û li Efrînê serkeftinê pîroz bikin.

JOELLEFÎSS: LI EFRÎNÊ NIRXÊN ROJAVA TÊN HEDFKIRIN

Aktivîsta Damezrênera Mafê Mirovan a Navneteweyî û namzeta Parlemetoya Kantona Cinêvê Joelle Fîss: Li Efrînê nirxên Rojava tên hedefkirin. Kurdên ku duh li dijî DAIŞ’ê li ber xwe didan û serkeftinên mezin bi dest dixistin, ji aliyê dewleta Tirk ve tê hedefkirin û cîhan li hember vê bêdenge. Divê hêzên navneteweyî û NY’yê bikevin nava tevgerê.

 ‘JI BO AZADIYA OCALAN TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’

Dîsa axaftinên li ser navê rêxistinên Kurdistanî, Tirkiyeyî û Swîsreyî yên mîtîngê de hatin kirin jî bal kişandin ser êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Efrînê û ji bo bidawîkirina êrîşên qirkirinê bang li NY’yê û hêzên navneteweyî hate kirin. Her wiha di axaftina de komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lenetkirin, ji bo azadiya Ocalan banga xurtkirina berxwedan û têkoşînê hate kirin.

Mîtîng piştî axaftinên hatin kirin û şûnde li ber sitran û sirûdên netewî û gernadina govend û qîrkirina dirûşmên “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re statû” û “Her cih Efrîn e, her cih berxwedan e” berdewa dike.

Dîsa di mîtîngê de ji bo protestokirina Komplona Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga tevlîbûna xurt a ji bo meş û mîtînga li Strasboûrgê bê lidarxistin hate kirin.