Enqerê tezkereya leşkerî ya dagirkeriyê ji bo Azerbeycanê erê kir
Dewleta Tirk a dagirker piştî Başûrê Kurdistan, Rojava û Lîbyayê û şûnde vê carê li dijî Ermenistanê tezkereya dagirkeriyê ya ji bo Azerbeycanê erê kir.
Dewleta Tirk a dagirker piştî Başûrê Kurdistan, Rojava û Lîbyayê û şûnde vê carê li dijî Ermenistanê tezkereya dagirkeriyê ya ji bo Azerbeycanê erê kir.
Tezkereya Serokkomariyê ya têkildarî şandina leşkeran a ji bo Azerbeycanê ji aliyê Meclîsa Tirk ve hate erêkirin.
AKP, MHP, CHP û Îyî Partî piştgirî dan tezkereyê. Tezkereya berî niha jî bi desteka heman partiyan hatibû erêkirin. Tenê HDP’ê tezkere red kiribû.
Li ser mijarê Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari axivî û got: “Em HDP bi kîjan hincetê dibe bila bibe, ji bo gel li hev serokirin, kûrkirina şerê herêmê, ji bo gelên cîran bi hev re şer bikin duh jî negotiye ‘erê’ wê îro jî nebêje ‘erê’. HDP’ê ji roja yekem xebat li vê Meclîsê dayî kirin û heta niha ji bo ti tezkereyên leşkerî negotiye erê, hemû jî red kiriye.”