Engîn û Avesta li Den Haagê hatin bibîranîn
Fermandarên PKK û YJA Starê Kasim Engîn û Zîn Avesta li Den Haagê hate bibîranîn.
Fermandarên PKK û YJA Starê Kasim Engîn û Zîn Avesta li Den Haagê hate bibîranîn.
Li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a li bajarê Den Haaga Elmanyayê Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn û Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Zîn Avesta hatin bibîranîn.
Bibîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî tevlî bibîranînê bû. Di bibîranînê de sînevîzyona li ser têkoşîna şehîdan hate nîşandan.
‘EW NE BI TENÊ ŞERVAN BÛ’
Aydar di axaftina xwe de got, “Kasim Engîn ne bi tenê milîtan û şervanekî gelê Kurd bû. Ew di heman demê de fîlozof, dîroknas û rastiya gelê Kurd bû. Em ê bi bîranîna wan Kurdistanê azad bikin.”
Bibîranîn bi slogana ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.