Engîn li Kassel û Hîldesheîmê hate bibîranîn

Li bajarên Kassel û Hîldesheîmê Kasim Engîn hate bibîranîn.

KASSEL

Li bajarê Kasselê yê Elmanyayê Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn û Mazlûm Amed ê şehîd bûbû hate bibîranîn. Engîn di 27’ê Gulanê de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû.

Di bibîranînê de Komîteya Malbatên Şehîdan a Kasselê, Hevserokên KCDK-E’yê û KON-MED’ê axivîn.

Piştre axaftina Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Dûran Kalkan ya li ser têkoşîna Kasim Engîn bi sînevîzyonekê hate weşandin.

HÎLDESHEÎM

Kasim Engîn li bajarê Hîldesheîmê jî hate bibîranîn.

Nûnerên KOMAW, Meclîsa Jinan a Şehîd Berçem Cîlo û Komuna Jinan a Meryemê jî tevlî bibîranînê bûn.

Piştî axaftinan sînevîzyon hate nîşandan. Bîranîn bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû.