Endamên Platforma Efrînê bi Serokkomarê Elman re rûniştin

Dema ku Serokkomarê Elman Frank-Walter Steinmeier li bajarê Duisburgê serdana dibistaneke UNESCO û kargeheke bi navê 'Türk Gelinlik' dikir, çalakiya protestoyî hate lidarxistin. Di dema çalakiyê de Platforma Efrînê hevdîtin bi Serokkomar re kir.

Serokkomar Steinmeier destpêkê serdana dikaneke bi navê 'Türk Gelinlik' kir. Di dema vê serdanê de komek li hev civiya û tevî hilbijartina pankartan dirûşmên "Bes e ji komkujiya li Efrînê re", "Kujer Erdoğan" û "Tankên Elman ji Kurdistanê bicehimin" qîriya.

Piştî serdana dikanê, Steinmeier silav da girseya gel a li derve û di vê kêliyê de çalakgerekî Kurd ev pirs li Serokkomar kir: "Birêz Steinmeier ji bo rawestandina komkujiyên li Efrînê hûn ê hê heta kengî bisekinin?"

Li ser vê pirsê Steinmeier bi lez û bez ji herêmê çû û çalakgerekî din jî bi dengekî bilind ev pirs kir: "Ji bo ku hûn li ber vî şerî rabin, gelo divê hê çiqas mirov bimire? Bi tankên we zarokên me tên kuştin."

Dema ku Serokkomar li qadê bû polîsan bi tundî dest li çalakger werdan û ew binçav kirin.

Steinmeier dûre serdana dibistaneke UNESCO kir. Her wiha bi heyeteke bi navê Platforma Xwedîderketina li Efrînê ya Duisburgê re hevdîtin kir.

Hayri Imak bi navê heyetê dosyayek radestî Serokkomar kir.

Steinmeier jî soz da heyetê ku wê bi xwe vê dosyayê lêkolîn bike û radestî saziyê pêwendîdar bike.

Piştre heyetê bi Alîkarê Steinmeier Dr. Schmolke Oliver re ji bo 10 deqeyan hevdîtinek kir. Di vê hevdîtinê de pirsgirêkên li Efrînê û yên li Elmanyayê derdikevin pêşiya Kurdistaniyan hatin ragihandin.