Endamên Meclîsa Ciwanan a HEDEP'ê Rakim û Ozkan hatin binçavkirin
Endamên Meclîsa Ciwanên HEDEP'ê Enes Rakim û Muhammed Ozkan di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya li Rihayê de hatin binçavkirin.
Endamên Meclîsa Ciwanên HEDEP'ê Enes Rakim û Muhammed Ozkan di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya li Rihayê de hatin binçavkirin.
Li Rihayê danê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de endamên Meclîsa Ciwanên Rihayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Enes Rakim û Muhammed Ozkan hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku bi ser malên endamê Meclîsa Partiyê (PM) ê HEDEP’ê Muhammed Ayten û rêveberiya HEDEP’a Rihayê Fîlînta Aras de jî hatiye girtin lê ji ber ku ne li malê bûn, nehatin binçavkirin.
Sedema binçavkirinan nehat zanîn û dibe ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.