Endamên KESK'ê li rastî astengiya polîsan hatin

Endamên KESK'ê li rastî astengiya polîsan hatin

Endamên KESK'ê yên ji ber êrişa polîsan îro di grêvê de ne dixwazin ji Tunelê ber bi Taksîmê ve bimeşin, lê polês destûrê nadin wan. Endamên KESK'ê li qada Tunelê di çalakiya rûniştinê de ne.

Li ser biryara KESK, DÎSK, TTB, TDB û TMMOB'ê, endamên KESK'ê îro neçûn ser kar û xwestin bimeşin qada Taksîmê lê li astengiya polîsan rast hatin. 

Endamên KESK'ê li qada Tunelê çalakiya rûniştinê lidar dixin û bi dirûşmên "Her der Taksîme her der berxwedane", "Li dijî faşîzmê dest bidin hev", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", astengiya polîsan şermezar dikin.