Endamên KESK’ê ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê meşiyan
Endamên KESK’ê ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê meşiyan
Endamên KESK’ê ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê meşiyan
Platforma Şaxên Stenbolê ya KESK’ê bi daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji Tunelê ya Beyoglu heta Qada Galatasaray meşeke bi meşale li dar xistin.
Platforma Şaxên KESK’ê jî li dijî morkirina dibistanên Kurdî ên li Kurdistanê nerazîbûn nîşan da. Kedkarên gelemperiyê bêtehemuliya dewletê ya li hemberî zimanê dayikê şermezar kirin. Ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ji Tunel heta Qada Galatasaray meşiyan.
Rêxistina Stenbolê ya HDP’ê û Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê jî ku piştgirî dan meşê, di çalakiyê de pankarta, “Ji feraseta tekperest a di jiyana civakî û perwerdeyê de na” hat vekirin.
Kedkarên gelemperiyê bi yekdengî dirûşmayên “Bêziman jiyan nabe”, “Bijî biratiya gelan”, “Mafê zimanê dayikê nikare bê astengkirin” û “AKP destê xwe ji dibistanên me vekişîne” hatin gotin.
Kedkarên gelemperiyê hatin Qada Galatasaray a di bin dorpêça polîsan de û li ser navê girseyê Serokê Şaxa Hejmar 7 a KESK’ê Mehmet Emîn Kirşanlioglu daxuyanî xwend.
LI DIJÎ FERASETA TEKPEREST HER ROJ GREV
Kirşanlioglu diyar kir ku tevî bi salane feraseta tekperest a li ser civakê tê ferzkirin îflas jî kiriye, ji aliyê hikûmeta heyî ve timî mîna hêmanekî zextê tê bikaranîn û morkirina Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a li Amedê bi bîr xist.
Kirşanlioglu diyar kir ku gelê li hemberî vê derketiye rastî êrîşa bombeyên gazê û ava şid hatiye û zarok li erdê hatine kaşkirin. Kirşanlioglu got ku hikûmeta AKP’ê ya bi zîhniyeteke tam faşîst êrîşî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ya mafê herî xwezayî ya gelê Kurd e êrîş dike, dewamkerê zîhniyeta înkarker, redker û nîjadperest e.
Kirşanlioglu destnîşan kir ku wê li dijî tesfiyekirina siyasî û kadrobûyînê li her cihî têkoşîna xwe bilind bikin û wek merheleya vê têkoşînê wê di 24’ê Îlonê de çalakiya destberdana ji kar a rojekê pêk bînin.