Endamên HDP'ê yên Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra Bingehîn diyar bûn
Di Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra bingehîn de li ser navê HDP'ê wê Mîthat Sancar, Meral Daniş Beştaş û Garo Paylan cih bigirin.
Di Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra bingehîn de li ser navê HDP'ê wê Mîthat Sancar, Meral Daniş Beştaş û Garo Paylan cih bigirin.
HDP'ê navên 3 parlamenterên xwe yên di Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra Bingehîn de cih bigirin, ji Serokatiya Meclîsê re ragihandin.
Di civîna li ser navê Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel û Îdrîs Balûken ji Serokê Meclîsê Îsmaîl Kahraman re hat şandin de, hat ragihandin ku di nava şert û mercên niha de hikûmet û rayedarên dewletê destûra bingehîn a heyî jî bi cih nînin, lewma şertên çêkirina destûreke bingehîn a demokratîk di vê demê de gelekî zehmet e.
HDP'ê diyar kir ku herî zêde di vê demê de pêwîstî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye û got, "Di vê çarçoveyê de, ji bo Destûreke Bingehîn a nû ya azadîparêz, wekhev, sivîl û demokratîk a hêjayî gelên me bê çêkirin, divê bi lez û bez şerê heyî ji holê bê rakirin, zemînek ji nîqaş/muzakereya demokratîk re bê avakirin û reformên demokratîk/wekhev/azadîparêz bên amadekirin.
HDP'ê da zanîn, ku ji ber mîsyon û berpirsyariya gelan di hilbijartinên 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de radestî wan kirine, ew ê di nava Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra Bingehîn de cih bigirin û di vê çarçoveyê de Parlamenterê Mêrdînê Mîthat Sancar, Parlamenterê Edeneyê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê Stenbolê Garo Paylan wê di komîsyonê de cih bigirin.