Endamê Yekîneyên Gerîla yên Lenînîst Aktaş li Efrînê şehîd bû
Yekîneyên Gerîla yên Lenînîst ragihand, endamê wan Taylan Demircioğlu (Kenan Aktaş) li Efrînê di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye.
Yekîneyên Gerîla yên Lenînîst ragihand, endamê wan Taylan Demircioğlu (Kenan Aktaş) li Efrînê di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye.
Fermandariya Rojava ya Yekîneyên Gerîla yên Lenînîst daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, Taylan Demircioğlu li Efrînê di berxwedanê de şehîd bûye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Şerê Efrînê şerê herî giran ê şoreşê û dij bi şoreşê ye. Bi rengekî bê heman didome. Dijmin şer nake! Belê şer nake. Tenê bi teknîka xwe, bi rêbazên namerdî ku her yek ji wan sûcekî şer e, hewl dide bi pêş ve biçe. Hêzên artêş Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê li gund û bajarokên ku bi teknîk û balafirên şer xwe digihînin wan, bi sedan ji wan dikevin binê axê.
Hêzên şoreşê li dijî vê hêza barbar a dixwaze Efrînê dagir bike, tevî gelê Efrînê yê leheng bi rengekî destanî li ber xwe didin. Gundekî bi tenê, bajarokekî bi tenê nîne ku li ber dijmin li ber xwe nedaye!
Efrîn li dijî vê hewldana hov a dagirkeriyê ku ji Rûsya heta DYA hemû hêzên paşverû yên cîhanê destekê didin, li ber xwe dide."
Fermandariyê destnîşan kir ku gerîlayên Lenînîst li van çeperên bi rûmet ên şoreşê ye û bi can û xwîna xwe şoreşê diparêze.
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku hevrêyê wan Taylan Demircioğlu (Kenan Aktaş) li Efrînê bi lehengî li ber xwe da û şehîd bû. Fermandariyê got, "Hevrê Taylan ji roja destpêkê ya şerê Efrînê li wir bû. Bi yekîneya fuze ku wî pêşengî jê re dikir, derbên giran li dijmin xist. Ji ber êrîşeke bi balafirên şer tevî 4 hevrêyên xwe yên BÖG û YPG'yî tevlî karwanê nemiran bû."
Fermandariyê destnîşan kir ku hevrêyê wan Taylan bi karê xwe û bi berhemên xwe yên afirandî tevkariyeke mezin li meşa wan a şoreşê kir û got, bi pratîka xwe bi rengekî rast meşiya û ala sor a hêviyê timî li ba da.