Endamê PE Klute ji Salih Muslim re peyama sersaxiyê da

Endamê PE Klute ji Salih Muslim re peyama sersaxiyê da

Endamê Parlementoya Ewropayê û Koordînatorê Koma Dostaniya Kurdan Jurgen Klute, sersaxî ji Hevserokê PYD’ê Salih Muslim re xwest. Klute bang li Tirkiyeyê kir ku, bila êdî piştgiriyê nete komên çete ên girêdayî El Qaîdeyê.

Klute peyamek nivîskî weşand û ji Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ku kurê xwe Şervan Muslim di pevçûnên li Rojava winda kir sersaxî xwest.

Klute da diyarkirin ku, pêwîste hikumetên Yeketiya Ewropayê li hemberî komên şerîetan ku girêdayî El Qaîdê ne û gelê Kurd terorîze dikin, demildest helwest bigire.

Weke din jî bang li Tirkiyeyê kir ku, “Dawî li piştgirîdayîna çeteyên El Nusra ên li ser sinorên xwe êrîşî gelê Kurd dikin bîne.” Klute xwest deriyên sinorê Tirkiyeyê ji alîkariyên mirovî re vebin.